NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo nebardana Abdullah Zeydan got: “Hiqûq û qanûn tune ne. Lê hevrêtî heye. Helbet wê rojek azadî were.”
Dadgeha Amedê derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan di çarçoveya reforma nû ya darazê de biryara berdanê dabû. Lê dozger îtîrazî berdana Zeydan kir û dadgehê carek din biryara dewama girtina Zeydan da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî neberdana Abdullah Zeydan de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Demîrtaş ê bi rêya parêzerên xew peyam şand, wêneyek xwe û Zeydan jî bi peyamê re parve kir û wiha got: “Hiqûq tune ye, qanûn tune ne, edalet qet tune ye. Lê hevrêtî heye, piştevanî heye, hêvî heye, berxwedan heye. Helbet wê rojekê azadî were.”