AMED – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, peyam ji kamxebata “Rojên tenduristiya gel a Mezopotamya ya Dr. Îlhan Diken" re şand û got: "Dixwazin civakek bê deng ava bikin. Lê li vir em derdikevin holê. Em kesên bêdeng nabin. Em kesên serhildêr in."
Odeya Tabîban a Amedê, Kovara Hekîm û Civakê û Şaxa SES'ê ya Amedê, du rojin “Rojên tenduristiya gel a Mezopotamya ya Dr. Îlhan Diken" li dar dixin. Civin di roja duyemîn de berdewam dike. Di panela “Zimanê zikmaki û tenduristî de" Dr. Adem Avcikiran, Şemsettin Koç û Erdal Sayyigît li ser xizmeta tenduristiyê û zimanê zikmakî rawestiyan. Panela ku bi tevlêbûna Dr. Cigerxun Polat pek hat de peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli hat xwendin. Mizrakli di peyamê de diyar kir ku ew neçar in çareseriyên herêmî pêş bixin û wiha got: "Em ketine pêvajoyekê ku destûr nadin mirov bi axivin. Her roj mirov tên binçavkirin û girtin. Dixwazin dengê wîcdanê me qut bikin. Dixwazin civakek bê deng ava bikin. Di vir de em derdikevin holê. Em kesên tu carî serî natewînin. Em kesên îsyankar û serhildêr in. Dema min zanîngeh xelas kir min sonda Hipokratê xwend. Min soz da ku bêyî li ziman, çand, nasname, bawerî û nijada wan binerim li ser navê mirovahiyê xebatê bikim. Ji ber vê xebatê ez îro li Girtîgeha Qeyseriyê me. Em hekîman gelek bedel dan û me van bedelan hêj didin. Em dê vî ewrê reş û tarî belav bikin. Em dê bi hevre vî ewrê reş belav bikin.
Prêzerê Mizrakli Muhsin Bilal, jî anî ziman ku ew ketine pêvajoyekê ku hiqûq û edalet tune ye. Îro heq û hiqûq tune. Ger ku hiqûq û edalet hebûya dê Selçuk Mızrakli ne girtî bûya."