ENQERE – Bi ser girtina siyasetmedarên kurd re 3 sal derbas bû. Siyaseta kurd van girtinan wek “darbeya siyasî” pênase kir. Ji wê rojê heta niha zextên li ser siyaseta kurd kêliyek jî kêm nebûn. Ferhat Encu got: “Encamê negirtin.” Parêzer Reyhan Yalçindag jî bal kişand ser siyaseta ku ketiye destê darazê. Îdrîs Balûken ê ji 4’ê mijdarê ve jî girtîne ji bo çareseriyê Îmraliyê da nîşandan.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên mezin hatin avêtin. Di navbera Şandeya Îmraliyê û hikumeta AKP’ê de di 28’ê Sibata 2015’an Peymana Dolmabahçeyê hat ragihandin. Pişt re Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan vê peymanê red kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13 deng bi dest xist û bend û mendan hemû şikand. HDP’ê bi serkeftina xwe AKP’ê ji îktîdarê daxist. Piştî vê yekê Tirkiye piştî du salan veguherî polîtîkayên şer û pevçûnan. Mirov dikare bêje Tirkiye bû qada şer. Îktîdara pêvajoya çareseriyê xera kir “mekanîka darbeyê” xist dewrê. Neçareseriyê hewldana darbeya eskerî û darbeyên siyasî li pey xwe anî. Tevgera siyaseta kurd operasyon ango girtina parlamenterên HDP’ê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de hatin girtin wek “darbeya siyasî” pênase kir û ragihand.
Şeva 4’ê Mijdarê tiştên li dijî HDP’iyan qewimî, girtina parlamenterên DEP’ê ya 2’ê Adara 1994’an û girtina siyasetmedarên kurd a di 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê “KCK’ê” de pêk hat anî bîra mirov û bû darbeya sêyemîn li dijî siyaseta kurd. Girtinên di 4’ê Mijdarê de wek di çarçoveya “Plana Têkbirinê” ya biryara wê di cotmeha 2014’an de ji aliyê Desteya Ewlehiya Milî (MGK) ve hatibû girtin hat nirxandin.
HDP’Ê DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE AKP’Ê TIRSAND
Girtina siyasetmedarê Kurd Îdrîs Balûken ê Parlamenterê HDP’ê bû şeva 4’ê Mijdarê ku li Navenda Giştî ya HDP’ê hat binçavkirin awayê darbeya 2’ê Adara 1994’an a li dijî parlamenterê DEP’ê anî bîra mirov. Balûken niha li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin û sedema girtinan wiha şîrove kir: “Hêz û serkeftina HDP’ê ya di 7’ê Hezîranê de AKP’ê tirsand. Yekem car bû AKP di 7’ê Hezîranê de nebû desthilatdar û ji textê xwe hat xwarê. Bendewariya AKP’ê ew bû ku ‘400 wekîlan’ derxin û guhertina rejîmê pêk bînin. Lê bi ser neketin û nikaribûn rejîmê biguherînin. Bi kurtahî me hemû planên AKP’ê ser û bin kir.
QEDANDINA PÊVAJOYÊ BI KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DEST PÊ KIR
Di Tîrmeha 2015an de polîtîkaya şer carek din ket dewrê. Heta roja me ya îro dewam dike. Dewamkirina wê krîtîk bû. DAIŞ’iyên li Dîlokê û Tirkiyê cirîtan diavêtin ketin dewrê û komkujiyan pêk anîn. Komkujiya Pirsûsê ya li dijî ciwanên sosyalîst girîng bû. Di pey komkujiyê re di 22’ê tîrmehê de li Serêkaniya Rihayê du polîs bi awayek guman hatin kuştin. Du roj şûn ve di 24’ê tîrmeha 2015’an de Herêma Qendîlê bi dehan balafirên şer hat bombebarankirin. Ev dîrok di heman demê de qedandina fîlen a pêvajoya çareseriyê bû û bû destpêka konsepta şer.
ERDOGAN STARTA ŞER DA
Piştî êrîşan di 28’ê Tîrmeha 2015’an de Serokkomar Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da û ragihand ku pêvajoyê qedand. Piştî wê daxuyaniya wî her tişt pêk hat, yanî destnedayîna me jî hat rakirin û em hatin girtin.”
TIFAQA AKP-MHP-ERGENEKON
Vegera li pêvajoya şer di heman demê hevkarên AKP’ê jî guhert. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê MHP bû hevkarê AKP’ê û destekek tam da Erdogan û ekîba wî. Her wiha polîtîkaya îktîdarê li ser hevsengiya sêalî ya AKP-MHP-Ergenekonê hat rûniştandin.
Îktîdarê tifaqan ava kir û di heman demê de piştî 7’ê Hezîranê di bin navê “hevdîtinên îstîqşafî” de hat xwestin hikumeta koalîsyonê were avakirin. Piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, hilbijartina 1’ê Mijdarê pêk hat û AKP ji nû ve bû îktîdar. Di heman dîrokê de li bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin û şer û pevçûn kûr bûn. Mirov dikare bêje bajarên herêmê bûn qada şer.
322 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN
Di vê pêvajoyê de li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyê (TÎVH) 78 kes jê zarok, 71 jin bi giştî 322 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
‘AKP PÊVAJO BI DAWÎ KIR’
Parlamenterê wê demê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû yê di operasyona 4’ê Mijdarê de hat girtin têkildarî wê pêvajoyê wiha got: “Pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hat bidawîkirin. Bi vê yekê re şerê giran qewimî. Me ji şahidiyek wiha ji wê pêvajoyê re kir. Însanên me li bajaran neçar man koçber bibin. Mal û cihên însanan hatin hilweşandin. Binpêkirinên mafan qewimîn. Siyaseta demokratîk ji holê hat rakirin. AKP’ê bi temamî serî li tundiyê û çekan da û derbasî pêvajoyek wiha bû.”
RAKIRINA DESTNEDAYÎNA PARLAMENTERAN
Teklîfa rakirina destnedayîna parlamenteran di 12’ê nîsana 2016’an de pêşkêşî Meclîsê hat kirin. CHP’ê jî destek da AKP’ê û di 20’ê Gulana 2016’an de destnedayîna parlamenterên HDP’ê hat rakirin.
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr a ku parêzeriya parlamenterên HDP’ê yên di 4’ê Mijdarê de hatin girtin dike wiha got: “Her çiqas di destpêkê de rakirina destnedayînê ji bo hemû parlamenterên fezlekeyên wan hebûn hemûyan bû jî lê destnedayîn tenê jibo parlamenterên HDP’ê bû.”
Siyasetmedar Îdrîs Balûken jî siyaseta CHP’ê ya “erêkirina” ji bo destnedayînê rexne kir û CHP’ê tişta ku her demê dike wê demê jî kir.
BIRYAR DAN KU NEÇIN ÎFADE NEDIN
Di rojên guhertina Destûra Bingehîn ku di Meclîsê de derbas bû, derbarê 55 parlamenterên HDP’ê de 511 fezleke hatibûn amadekirin. Piştî ku guhertina Destûra Bingehîn ket meriyetê parlamenterên HDP’ê biryar girtin ku neçin îfade dayînê. HDP’iyan bi darê zorê birin îfade dayînê. HDP’iyan wiha îfadeyên xwe dan: “Tu bendewarî û daxwazek min ji we nîne. Ji ber xebatên min ên siyasî tenê ew xelkê ku min bijartiye dikare min bidarizîne.” Hemûyan bi vî awayî îfade dan.
ŞEVA 4’Ê MIJDARÊ
Parlamenterên HDP’ê di pêvajoya Rewşa Awarte de hatin girtin. Di wê serdemê de her roj bi ser avahiyên HDP’ê û DBP’ê de dihatin girtin û lêgerîn pêk dihat û her wiha qeyûman tayînî şûna hevşaredarên HDP’yî dikirin û hevşaredaran digirtin.
Şeva 4’ê Mijdara 2016’an de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş saet di 01.30’an de li ser hesabê xwe yê medya civakî Tiwîtterê de bi vê peyamê operaysonê ragihand: “Li mala min a Amedê polîs bi darê zorê dixwazin min binçav bikin û li ber deriyê min in.” Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, parlamenterên HDP’ê Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Nursel Aydogan roja 4’ê Mijdarê hat girtin.
‘WEK HEV HATIN BINÇAVKIRIN’
Rojek piştî girtina siyasetmedaran rayedarên îktîdarê gotin “li gorî hiqûqê hatine girtin” û vê girtinê parastin.
Parêzer Reyhan Yalçindag da zanîn ku siyasetmedarên kurd wek di dîrokê de hatiye nîşandan carek din li ser fermana îktîdarê ku dide darazê hatin girtin û awayê binçavkirina Îdrîs Balûken û binçavkirina Parlamenterê DEP’ê Orhan Dogan di sala 1994’an de şiband hev û ji bo siyaseta kurd tiştek hatibe guhertin nîne.
CAR DIN BERNEDAN
Ji roja girtina siyasetmedaran ve binçavkirin û girtina parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê, rêveberên HDP’ê û endamên HDP’ê didome. Li gelekan ceza hat birîn. Gelek caran dadgehan biryara tahliyeya parlamenteran da jî lê bi destê îktîdarê nehatin berdan.
Di 30’ê çileya 2017’an de ewil Leyla Bîrlîk hat berdan û pişt re dîsa hat binçavkirin lê nehat girtin. Pişt re Îdrîs Balûken hat berdan û piştî demek şûn ve dîsa hat girtin. Ferhat Encu hat berdan û piştî du rojan carek din hat girtin. Encû cezayê wî qediya û demek beriya niha hat berdan. Herî dawî biryara berdana Abdullah Zeydan hat dayîn lê îtîraz hat kirin û nehat berdan.
Bi dehan salan ceza li parlamenterên girtî û ne yên girtî yên HDP’î hat birîn. Gelek parlamenterên HDP’ê ji ber cezayên li wan hat birîn neçar man derkevin derveyî welat.
Ferhat Encû da zanîn ku ew ne bi biryara darazek bêalî hatine girtin bi temamî bi fermana desthilatdariya siyasî hatine girtin.
BIRYARA AYM’Ê PÊK NEHAT
Biryara “Parlamenter girtî nayê darizandin” a Dadgeha Destûr Bingehîn (AYM) ku di sala 2014’an de jî ji bo parlamenterên HDP’ê yên girtî pêk nehat.
BIRYARA DMME TUNE HAT HESIBANDIN
Ji bo hilbijêrên HDP’yî serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa (DMME) hat dayîn. DMME ji bo Selahattîn Demîrtaş biryar da û ji Tirkiyê xwest demildest were berdan. Hikumetê li dijî vê biryarê ket tevgerê û cezayê 4 sal û 8 meh ê hefsê yê Demîrtaş erê kir û Demîrtaş kirin pozîsyona hikumxwar. Piştî vî cezayî dadgehê di danişîna Demîrtaş a di 2’ê îlona 2019an de biryara tahliyeya Demîrtaş da. Ne Demîrtaş û ne jî parêzerên wî beşdarî vê danişînê bibûn. Di 20’ê îlonê de dadgehê ji nû ve ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag biryara girtinê derxist û wan da girtin.
‘NAVNÎŞAN ÎMRALI YE’
Parêzer Reyhan Yalçindag têkildarî vê darizandinê got siyaset bi temamî bûye daraz.
Ferhat Encû jî anî ziman ku li gel zext û zordariya di 4 salên dawî de ya li ser HDP’ê îktîdarê tu encam bi dest nexistiye û bêyî ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê AKP nikaribe tiştekî bike.
Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken jî destnîşan kir ku li gel hemû zextan jî ew siyaseta demorkatîk diparêz in û got: “Cih û navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye.”
Sibê: Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî darbeya 4’ê Midjarê nirxand.
MA / Bêrîvan Altan