STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê pankart bi cihên qelebalix ên navçeyan ve kirin û meş li dar xistin.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi bomeya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê pankart daleqandin û meş li dar xistin. Ciwan, pankart bi cihên herî qelebalix ên taxên Okmeydani ya Şîşlî, Esenler, Beyoglû, Kadikoy, Esenyûrt û gelek navçeyên bajêr ve daleqandin. Ciwanan di pankartên daleqandin de ev peyman dan; “Bi ronahîya şoreşa Rojava ciwan ber bi jiyanekê azad ve dimeşin” û “Ji Stenbolê heta Kobanê bi ronahiye Rojava ciwan li her derê ne.”
Li aliyê din, ciwanê ku li Taxa Hacîahmet a Beyoglûyê kom bûn jî, piştî daleqandina pankartan, meş li dar xistin. Ciwanên di meşê de dirûşmeyên “Rojava ya me ye, rumeta me ye” û “Hezar silav ji gelên li ber xwe didin re” berz kirin û bi berdana fîşekên hewayî ev roj pîroz kirin. Ciwanên ku heya demekê meşa xwe dewam kirin, bang li gel kirin ku xwedî Rojava derkevin.