QAMIŞLO - Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif, di merasima cenazeyên endamên QSD'ê de hîtabî hezaran kir û got: "Em bang li Rejîma Sûriye dikin ku werin em bi hevre Destûra Demokratîk a mafê hemû gelê Sûriyeyê misoger dike û diparêze ava bikin. Çawa ku Sedam û Bagdadî têk çûn, dê Erdogan jî têk biçe."
Li Bajarê Qamîşlo ji bo endamên QSD'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane bi tevlêbûna hezaran merasim hat li dar xistin. Di merasima cenazeyên endamên QSD'ê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif axivî û wiha got: "Tirkiye dixwazie li ser hemû gelan komkujiyê pêş bixe. Em vê yekê qebûl nakin. 5 milyon li dervê destûra sûriye hiştin. Li dervê pêşeroja Sûri hiştin. Yên ku heta niha yekîtiya axa Sûriye parast YPG, YPJ û QSD bûn. Yên bûn sedema perçbûna Sûriye DAIŞ û çeteyên wê ne. Şehîden me dibêjin Na ji bo dagirkerî û zilmê. Em vê yekê tu carî qebûl nakin."
Yusif, da zanin ku wan bedelek pir mezin daye û wiha axivî: "12 hezar şehîd ji bo em bi rûmet li ser vê axê bijîn xwîn rijandine. Ne ji bo em bi erzanî bi rejîma Sûriyê re li hev bikin. Dema mafê me û heqê me hat mîsogerkirin wê demê çareseriyê pêş bikeve. QSD yekîtiya Sûriye parast. Rêveberiya Xweser vîna me parast. Divê van saziyên me qebûl bikin. Divê ev sazî û rêxistinên me bi mîsogerî bên qebûlkirin û parastin. Divê hemû kes zanibe em bê rûmetiyê qebûl nakin. Ger ku me bêrûmetî qebûl kiribûya me ew qas şehîd û bedel nedida. Divê nasnameya me ya siyasî, çandî û civakî qebûl bikin. Divê em neyên înkarkirin. Divê em li vî welatî wekî her Sûriyekî xwedî mafê bingehîn bijin."
'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WERIN VÊ KOMKUJIYÊ BI ÇAVÊ XWE BIBÎNIN'
Foza Yûsif bang li Neteweyên Yekbûyî ((NY) jî kir û wiha lê zêde kir: "Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) vê daxwaza Tirkiye ya komkujiyê red bike. Divê bên bi çavên xwe bibînin ku çawa gundên Kurd, êzîdî û gelên din tên talankirin. Mal û milkên wan tên talankirin û wêrankirin. Bila werin bibînin ku çawa ciwan bi fosforan tên şewitandin. "
WERIN EM BI HEVRE DESTÛRA DEMOKRATÎK A SÛRIYE AVA BIKIN'
Yusif bang li Rejîma Şamê jî kir û wiha lê zêdekir: "Em bang li hikûimeta Sûruiye dikin. Werin em bi hevre dawî li vê komkujiyê bînin. Werin em bi hevre pergalek wekhev, demokratîk û aştîxwaz ava bikin. Werin em bi hevre destûrek demokratîk ava bikin. Destûr bi çeteyan re ava nabin. Werin em di navbera ereb, kurd, suryan û turkmenan de peymana civakî ava bikin. Werin em vê xweseriyê bikin xweseriya demokratîk a pêşeroja Sûriyeyê. Kes nikare vê vîna me ya bi xwînê hatiye avdan bişkîne. Ev vîna ku bi tilîliya dayikan zexm bûye tu kes nikare bişkîne. Bila hemû cîhan bibin şahid, em yek jî bibîne em ji axa xwe koç nakin."
'SADAM Û BAGDADÎ ÇÛN DÊ ERDOGAN JÎ BIÇE'
Foza Yûsif herî dawî destnîşan kir ku teqez kurd dê bi ser bikein û wiha got: "Çawa Sedam têk çû, çawa Bagdadî têk çû, Erdogan û çeteyên xwe jî dê wisa têk biçe. Çawa ku Sadam nikaribû gelê Kurd li Helepçe tune bike, Erdogan jî nikare gelê Kurd tune bike. Yekîtiya Kurdan û yekîtiya gelan wê bi ser bikeve. Bijî yekîtiya gelan. Yan serkeftin yan serkeftin, yan azadi yan azadî."