AMED - Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Yûsûf Ziya Yavûz û welatiya bi navê Leyla Akgul di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Navçeya Rezan a Amedê Yûsûf Ziya Yavûz û welatiya bi navê Leyla Akgûl di serdegirtina malê ya serê sibê de hatin binçavkirin. Polîsên tevgera taybet deriyê mala Akgûl bi balyozan şikandin û li malê lêgerîn kirin û hemû alavan malê belav kirin.
Yavûz û Akgul ên hatin binçavkirin, nehat zanîn ku bi kuve birin.