ENQERE – Dengbêj Cevdet Bîlîcî ku çîrokên pîra wî ya ji komkujiya Geliyê Zîlanê xelas bûye jê re vegotine kirine kilam, anî ziman ku bi saya kilamên dengbêjan komkujî nehatiye jibîrkirin.
Cevdet Bîlîcî ku li Erdîşa Wanê hatiye dinê, ji tesîr ji dengbêjên hatine mala wan girtine û ji wê çaxê ve kilamên dengbêjiyî dibêje. Dengbêj Bîlîcî, bal kişand ser şevên dengbêjiyê ku apê wî Suleyman Bîlîcî 15 rojan carekê li dar dixistin û got: "Şevbuhêrkên bi vî rengî xwe dispêrijn sedan salî. Kesên di van şevbuhêrkan de hev du nas dikirin, xebroşk digotin, kilam digotin. Mirov di wan xebroşkan de xwe didît. Em di wan şevbihêrkan de hîn bûn ku em kî ne, em ji ku hatine. Loma di çanda kurdî de dengbêj pir girîng in."
KOMKUJIYA LI GELIYÊ ZÎLAN
Dengbêj Bîlîcî ku neviyê Perîşan Çakir a ku ji Komkujiya Geliyê Zîlanê sax filitiye, çîrokên pîra wî jê re vegotine kiriye kilam. Bîlîcî ku zarokatiya wî li Geliyê Zîlan derbas bûye, anî ziman ku di dema komkujiyê de pîra wî di bin cenazeyan de maye û xelas bûye û heta jiyana xwe ji dest daye jî 4 fîşek di milê wê de bûne.
‘BI SAYA DENGBÊJAN ME JI BÎR NEKIR'
Bîlîcî, destnîşan kir ku bi saya dengbêjan komkujî ji bîr nekirine û got: "Em mecbûr man koç bikin. Lê heger ne ji dengbêjan bûna me yê dîroka axa xwe ji bîr bikirana. Berê dengê dengbêjan di kasetan de dihat tomarkirin. Lê ew qedexe bûn û dihatin şewitandin. Em ji dengbêjan hîn bûn. Lê belê niha li metrepolan cihekî ku denbêjî lê bê domandin tuneye. Lê dîsa jî divê dengbêj bên cem hevd û dîrokê ragihînin."
Bîlîcî, destnîşan kir ku 30 sal berê ji ber rewşa aborî hatine Enqereyê û li ser înşeatan dest bi kar kiriye. Bîlîcî, bilêv kir ku her çend li metrepolan be jî dev ji dengbêjiyê bernedaye û got: "Gava em ji warê xwe derketin em ji çanda xwe jî dûr ketin. Gava em hatin Enqereyê min xwe gihand çend dengbêjan. Me bi hev re kilam digotin. Kêm be jî em hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin. Heger li welat bûma ez ê dengbêjekî baş bûma."
MA / Zemo Aggoz