WAN - Li Wanê etar û bêhnfiroş dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bêhnfiroş û etarvan, ji bo sermayê şîlan, lîmon, zencefîl, xavlêcan, darçîn hqd. pêşniyar dikin.
Li Wanê bi hatina zivistanê re bêhnfiroş û etarvan jî dest bi amadekariyên xwe kirin. Etarvan û bêhnfiroş ji bo sermayê gelek nebatan pêşniyar dikin. Nexasim jî şîlan, zencefîl, xavlêcan û darçînê pêşniyar dikin.
Etarvan Bulent Orûç, anî ziman ku rewşa karê wan baş bûye û got, ji dêvla dermanên kîmyewî, divê dermanên xwezayî bên tecrîhkirin. Orûç, got: "Demsaleke biharatên li bêhnfiroş û etarvanan tên firotin tuneye. Her wextî tên xwarin. Lê herî zêde jî zivistanê. Ji bo quweta bedenê divê zencefîl, darçîn, xavlêcan, şîlan, lîmon û hwd. bên kelandin û vexwarin."
DERMANÊN XWEZAYÎ
Orûç, ji bo sermayê giyagewrikê pêşniyar dike û got: "Lê mixabin piraniya mirovan ji dêvla dermanên xwezayî dermanên kîmyewî dixwin. Ev jî paşê dibe sedema nexweşînên din. Divê mirov ji dêvla dermanxaneyan, etarvanan tercîh bikin." Her wiha Orûç, bal kişand ser berên mozan jî û got, divê ji bo parastina li hemberî nexweşînan berên mozan ên wekî hungiv bên bikaranîn.
AMADEKARIYÊN JI BO ZIVISTANÊ
Orûç, ji bo bikaranîna nebatan jî got: "Divê mirov berî bikaranînên baş lêkolînê bikin. Mesela eger darçîn baş be, divê pêşî lêkolîn bikin û paşê bi kar bînin. Niha zivistan hatiye. Lê divê di vê demsalê de her tişt neyê bikaranîn." Orûç, diyar kir ku ji bo daxwaza welatiyan pêk bînin her cure nebatî tînin.