STENBOL - Gelên çerkez, rûm, gurcî û hemşîn ku nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman, gotin: "Li Rojhilata Navîn heta rûyê kurdan nekene, wê ruyê tu kesî nekene."
Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Serayê ya Wanê hat kirin. Heta niha qeyûm tayînî 14 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Gelên çerkez, rûm, gurcî û hemşîn nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman.
YILMAZ: DEMOKRASIYEKE BI VÎ AWAYÎ NÎN E
Serokê Navenda Zimanê Gurcî ya Stenbolê Eşref Yilmaz, got: "Ev pêkanîneke neheq, faşîzan û antî-demokratîk e. Li cîhanê dmeokrasiyeke bi vî awayî tuneye. Min nedîtiye." Yilmaz, anî ziman ku îktîdar bi tayînkirina qeyûman ji gel re dibêje "ez vîna we nas nakim" û got: "Bi rastî jî rewşeke komîk, xerîb û êşbar e. Êdî îktîdar ji bin ve ehd li gel naxwîne, rasterast dibêje." Her wiha Yilmaz, bal kişand ser bêdengiya civakê ya li hemberî polîtîkayên îktîdarê jî û got: "Bêdengiya tevgerên civakiyî cihê gumana ye. Çi ji destê me bê divê em bikin. Mesela em dikarin ji bo vê medyaya civakî baş bi kar bînin. Divê em li her derî vê zilm û zoriyê bînin ziman."
AKÇÎÇEK: HETA RUYÊ KURDAN NEKENE...
Lêkolînekr Hîkmet Akçîçek ku li ser çand û zimanê hemşînî lêkolînan dike, ji bo tayînkirina qeyûman got, operasyoneke siyasî ye. Akçîçek ku ji bo qeyûman got, "pêkanîneke antîdemokratîk e û li dijî hiqûqa gerdûnî ye", destnîşan kir ku îktîdar bi vî awayî naxwaze kurd vîna xwe nîşan bidin û got: "Tayînkirina qeyûman pêkanîneke kêfî ye."
Akçîçek, destnîşan kir ku sedema van pêkanînên bêperwa ê îktîdarê ji ber sekn û helwesta partiya muxalefetê ya sereke CHP'ê ye û got: "Lê belê li erdnîgariya Rojhilata Navîn heta ruyê kurdan nekene, wê ruyê tu kesî nekene."
GUVEN: CHP-PARTIYA ÎYÎ'YÊ DI BIN KONTROLA ÎKTÎDARÊ DE NE
Endamê Desteya Weşana Giştî ya Rojnameya Jinepsê Yaşar Guvenê çerkez jî destnîşan kir ku di demokrasiyê de "terorîzekirina" kesên hilbijartî tune ye û got: "Meclîs bê erk hatiye hiştin. Li bajarên qeyûm nehatine tayînkirin jî şaredarî bê erk hatine hiştin. Êdî em dizanin wê îktîdar çi dike û çi bike."
Guven, anî ziman ku sedema ku îktîdar bi paş ve gav navêje ew e ku CHP û Partiya ÎYÎ'yê di bin kontrola muxalefetê de ye û got: "Heger piştevaniyeke wekî ya 23'yê Hezîranê li dijî tayînkirina qeyûman hebe wê îktîdar bi paş ve gav bavêje."
NÎKOLAO: XESPKIRINA VÎNÊ YE
Katrîn Nîkolao yê rûm jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespkirina vînê ye û got: "Polîtîkaya qeyûman polîtîkayeke nehesibandina vîna gel, bêhiqûqîtî û polîtîkaya tepisandinê ye."