* Cotkar bi deyn çandiniyê dikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Hilberînerên Serarayan a Akdenîzê Tansel Îzgî, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got, ew li bendê ne ku dewlet alîkariya wan bike.
* Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku ew destvala ji bazarê vedigerin.
* Qeymeqamê Stewrê Bayram Turker, gava bûbû qeyûm bedestana (çarşiya sergirtî) ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kiribû. Lê piştî HDP'ê şaredarî bi dest xist, biryara hatibû girtin hat betalkirin. Qeymeqamtiyê jî ji bo vê biryarê got, "bîrdozî" ye û ji bo betalkirina wê serî li dadgehê da.
* Gelên çerkez, rûm, gurcî û hemşîn ku nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman, gotin: "Li Rojhilata Navîn heta rûyê kurdan nekene, wê ruyê tu kesî nekene."
* Li Çarşiya Kazancilar a dîrokî tenê sefarek maye û ew jî Hûlîsî Devecî yê 66 salî ye. Devecî, diyar kir ku mehê 6 hezar lîreyan qezenc dike, lê kes li cem wî naxebite.
* Li Wanê etar û bêhnfiroş dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bêhnfiroş û etarvan, ji bo sermayê şîlan, lîmon, zencefîl, xavlêcan, darçîn hqd. pêşniyar dikin.
* Parlemneterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş bigire û got: "Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike."
* Parêzer Zekiye Karaca Boz, bal kişand ser ser Pakêta Darazê ya Duyemîn ku tê de nafaka hatiye sînordarkirin û got, ev berdewma komîsyona ku li Meclîsê hat avakirin û armanca wê astengkirina devjihevberdanê bû.
* Dengbêj Cevdet Bîlîcî ku çîrokên pîra wî ya ji komkujiya Geliyê Zîlanê xelas bûye jê re vegotine kirine kilam, anî ziman ku bi saya kilamên dengbêjan komkujî nehatiye jibîrkirin.
* Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku piştî 22 mehan hat berdan, got: "Em ê tim bibin dengê civakê û em ê tim binivîsin."
* Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê li Amedê komxebata "Jin, nivîs û nivîvkarî" pêk bînin. (09.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê li dar bixin. (10.00)
* Malbatên Karkerên ku li edaletê digerin, dê li Qada Galatasarayê "Nobeta Edalet û Wîcdan" bigirin. (13.00)
* Sendîkaya Dev-Yapi-Îş ya girêdayî DîSK'ê dê karerên ku têkildarî cînayeta kar a Mehmet Aydinê 18 salî ku li Balafirgeha Stenbolê ji qatê 3'an ket û jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdan ziyaret bikin. (13.00)