GIRÊ SPÎ - Li Girê Spî êrîşek bombeyî pêk hat. Di encamê de 13 kes mirin û nêzî 20 kes birîndar bûn. Têkildarî êrîşê Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mustefa Balî, bal kişand ser erîşên Tirkiyeyê û wiha got: "Bombeya ku li Tel Ebyadê teqiya, armanc dikin ku herêmê vala bikin û demografyaya herêmê biguherîn. Herêma ku Tirkiye dagir kiriye her roj dibe şahidê kemînên bûbî.
Li Girê Spî êrîşek bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrîşa bombeyî Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mustefa Balî, li ser hesabê medya civakî bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Girê spî û wiha got: "Îro bombeya li Girê Spi teqîya, armanca Tirkiyeyê ya bajarên herêmê vala bike nîşan dide. Bi vê yekê dixwazin mirov axa xwe vala bikin û rê li pêş guhertina demografiyayê vekin. Ev yek perçeyekî plana bi rêk û pêk e. Hemû axa ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin her roj dibe şahidê kemînên bubî. Berbirsiyariya Tirkiyeyê ye. Divê êdî cîhan îkna bibe ku ferqa pêkanînên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ji hev tune ye."
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê jî daxuyanî da û bûyer xist stuyê PKK/YPG'ê. Wezaretê îdîa kir ku maşîneya bi bombe hatiye teqandin û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 20 sivil ji birîndar bûne. Wezareta Parastinê ya Tirkiye îdîa kir ku bûyer ji aliyê YPG/PKK'ê ve pêk hatiye.