NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan, bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li welatên Ewropa daketin qadan û piştgiriya xwe dan gelê Rojava. Li Swîsre, Brûksel û Helskînî meşên girseyî hatin li dar xistin.
Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2'ê Mijdarê Rojava Rojava ya Cîhanê li welatên Ewropa daketin kolanan û piştgirî dan gelê Rojava.
BRUKSEL
Li Brukselê çalakî li Place Vîctor Hortayê hate lidarxistin. Bi hezaran kes ji bo Rojava civiyan. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê û pankart vekirin. Bi hezaran li Swîsre meşiyan. Di meşê de piştgiriya xwe anîn ziman. Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşengtiya Komîteya Rojava li navenda bajarê Basel a Swîsreyê meş û mîtîngek hate kirin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên di saetên sibê de kom bûn "û meşiyan.
HELSÎNKÎ
Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê kom bûn, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê protestokirin û bana xwedîderketina li Rojava hate kirin.