Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan

  • rojane
  • 17:05 2 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran şêniyên Kantona Cizîrê, bi bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan û dirûşmeya "Her der Rojava, her der berxwedan" berz kirin. 

Bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê, yên herêma Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs, ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava û piştgiriya QSD`ê û Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan.
 
QAMIŞLO
 
Pêkhateyên Qamişlo, Kurd, Ereb, Suryan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, oldar, hunermend, rûspiyên eşîran, şervanên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo, endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn (Hêzên Hewarî û Tirafîk) tev li meşê bûn. Girsê di meşê de wêneyên kesên di êrîşa Tirkiyeyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhiladtê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, wêneyên şervanên YPJ/YPG`ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dan û ala QSD`ê hildan. Pankartên "QSD`ê nûnertiya me dike", "2`ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanî", "Her der Rojava ya û li her derê berxwedan e" û "Em hemû QSD`ê ne" hildan. Meş ji navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana şervanên QSD`ê hatin berzkirin. Meş li ber navenda NY ya Qamişlo veguherî mîtîngê. Koçberên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê neçarî koçberiyê bûne tev li meşê bûn. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku 2`ê Mijdarê ji bo gelên herêmê rojeke dîrokî ye nû ye û ev tişt anî ziman: "Berxwedana gelê me ji bo parastina rûmet û şerefê wê weke berxwedana Kobanê wekî ku çawa terorîst di şexê DAÎŞ'ê de hate têkbirin wê bibe sembol."
 
Telat Yûnis, got: "Dewleta Tirk a dagirker piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya zarokên herêmê hatin têkbirin careke din dixwaze aktîf bike. Bi rêya êrîşên li dijî herêmê û beşdarbûna çeteyên DAIŞ`ê, El-Nusra û her kesê ku firkên DAÎŞ'ê di serê wan de ye, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."
 
TIRBESPIYÊ
 
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongerya Star kom bûn. Xwepêşandêran alên QSD`ê, wêneyên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û pankartên "Her der Rojava ye, her der berxwedan e, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye" hilgirtin. Meş ber bi bazara navendî ve çû, ku hemû dikandaran dikanên xwe ji bo piştgirtiya vê rojê girtibûn û bi yek dengî xwepêşandêran berxwedana QSD`ê silav kirin û êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin. Meş li pêşiya navenda tenduristiyê ya rojhilatî navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir li ser navê Kongreya Star Şaha Hesen û ser navê pêkhateya Ereb endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Hesen Sadat axivîn.
Axîveran êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin û banga rawesandina şer kirin. Her wiha diyar kirin, ku li dijî êrişan wê heta serkeftinê berxwedan û têkoşîn berdewam be. Di heman demê de nûnerê pêkhateya Ereb îşaret bi yekrêziya li dijî êrişên Tirkiyê kir û got, em ê piştgirtiya berxwedana QSD`ê bikin. Piştî axaftin bi dawî bûn, bi yek dengî bang kirin, berxwedan jiyan e, şehîd namirin.
 
AMÛDÊ
 
Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo meşek li dar xistin û bang li cîhanê kirin ku parastina herêmê bikin. Meş ji ber çerxerêya Şengal ber bi qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeya Amûdê ve çûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn û alên QSD`ê, wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriya Tirkiyê, na ji guhartina dîmografî, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye"hilgirtin. Girseya gel berxwedana QSD`ê li dijî êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin. Meş li qada şehîd Cîhad sekinî û hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û îşaret bi berdêlên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina herêmê de dane kir. Remziya di dawiya axaftina xwe de got, Rêveberiya Xweser bi îradeya xwe ya azad gelek destkeftiyên mezin li ser rûyê erdê bi dest xist, ew ê parastina van destkeftiyên bikin û wiha pê de çû: “ Em rê nadin tu aliyan ku rola me ya sereke di rêxistinkirina herêmê û Sûriyê pêşerojê de paşguh bikin.”
 Meş bi balkişandina girîngiya parastina Rojava, berdewamkirina berxwedanê û banga li dewletên cîhanî ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan bikin, bi dawî bû.
 
HERÊMA DÊRIKÊ
 
Bi hezaran şêniyên herêma Dirikê û navçeyên wê di roja Piştgirya Berxwedana Rojava ya Cîhanê de banga roja bi cih anî. Bi hezeran şêniyên herêma Dirkê û navçeyên wê Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer di roja Piştgiriya Berxwedana Rojava ya Cîhanî de û kombûna li derdora QSD`ê daketin qadan.
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Bi sedan şêniyên navçeyê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsa "Her der Rojava ye û li her derê berxwedan e" û "2`ê Mijdarê Rojava Rojava a Cîhanî ye" hildan. Pêkhateyên gundewarên girêyî navçeyê tev li meşê bûn. Meş ji qada Şehîd Xebat destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana QSD`ê li dijî dagirkeran, hatin berzkirin. Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîgnê. Di mîtîngê de Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat got bi saya berxwedana wan tevahî cîhan îro destekê dide wan.
 
TIL KOÇER
 
Bi sedan şêniyên navçeyê li deriyê veguhestinê yê navçeyê kom bûn. Meş ji deriyê veguhestinê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedan QSD`ê hatin berzkirin. Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Cidan der barê Roja Piştgirya Rojava de wiha axivî:"Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Suryanên xwe di destpêka şoreşê de piştgirî dan şoreşê û li derdoar wê kom bûn. Me terorîst ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Ji ber wê divê me bi hevre dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxînin."
 
ÇILAXA
 
Li navçeya Çilaxa bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û mamosteyên navçeyê li navenda navçeyê kom bûn. Meş ji wê derê dest pê kir û ber bi deriyê veguhestina navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin. Meş di navenda navçeyê de veguherî mîtîngê. Di mîtîngêde Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Ishaq axivî û îşaret bi serkeftinên şoreşa Rojava û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tevahî pêkhateyan li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiyan, kir. Ishaq banga yekîtiya û bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina dewleta Tirk a dagirekr li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir. Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidawî bû.
 
DÊRIK
 
Li navçeya Dêrikê jî şênî li Qada Azadî kom bûn. Meş ji qadê destpê kir. Şêniyên bajêr, rûspiyên eşîran, oldaran, endamên partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin. Meş li pêşiya dêra Marşonî ya navenda bajarê Dêrikê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Kongreya Star, meclisa navçeya Dêrikê û bi navê partiyên siyasî axaftin hatin kirin. Di axaftinana de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê şer, kuştin, talankirin, rûxandina mal, cihên olî, goristan û kuştina sivîlan nas dikin. Hat diyarkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê xwe dispêrên QSD`ê ku 11 hezara şehîd da û nameyeke da tevahî cîhanê ku armanca QSD`ê parastina xaka welat, parastina gelan bi tevahî pêkhateyên wê û têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyê wê ye.
 
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û QSD`ê bidawî bû.

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir