STENBOL/ENQERE - Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 397’an a çalakiya "Rûniştina F" de, bal kişandin ser rewşa Girtiyê Nexweş ê Tîpa H a Dîlokê Îsmaîl Tuzun û xwest Tuzun bê berdan.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bal kişandin ser rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşêra kezebê Serkan Gokdemir û gotin: "Gokdemîr bi hinceta "ewlehiya civakê" serbest bernadin."
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwestin dîsa li Qada Galatasarayê daxupaniyê bidin çapemeniyê. Komisyona ku xwestin di hefteya 397’an de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin, rastî astengiya polîsan hat. Piştî komîsyon rastî astengiya polîsan hat, li pêş avahiya ÎHD’'ê ya Taksimê daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyonê dîsa pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Bila Girtiyê nexweş Îsmail Tuzun bê berdan" rakirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" û "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û hunermend Nur Surer jî tev li daxuyaniyê bû. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Girtiyê Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê Îsmail Tuzun û xwest serbest berdin.
Endama Komîsyonê Hatice Onaran, vê hefteyê bal kişand ser rewşa Girtiyê nexweş ê Tîpa H a Dîlokê Îsmail Tuzun û xwest Tuzun serbest bê berdan. Onaran, anî ziman ku heta niha Tuzun li girtîgehên Bedlîs, Meletî, Elbistan, Amed, Girtîgehên Tîpa L û H yên Dîlokê maye û jiyana wî di rîskê de ye."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî, di hefteya 269'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Înîsiyatifê, bal kişandin ser rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşêra kezebê Serkan Gokdemir û gotin: "Gokdemîr bi hinceta "ewlehiya civakê" serbest bernadin." Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyanî da û xwest girtiyê Nexweş Serkan Gokdemîr ê li Nexweşxaneya Erciyesê ya Qeqseriyê ye serbest bê berdan.
Çevîrmen, da zanîn ku Gokdemir nexweşê pençeşêrê ye û ne pêkan e ku ewlehiya civakê têxe nava talûkeyê û got: "Gokdemir nexweşê pençeşêra kezebê ye. Nexweşiya wî hatiye asta çaremîn. Tedawiya kemoterapî dibe. Hêj li Nexweşxaneya Zanîngeha Erciyesê di beşa Onkolojiyê de ye. Li gel ku nexweşiya wî wisa giran e jî niha li Girtîgeha Balikesirê ye û Saziya Înfazêya Girtîgeha Qayseriyê serlêdana saziya Tipa Edlî qebûl nekiriye
Çevirmen, xwest bi lez Gokdemîr serbest bê berdan û ji bo vê yekê hemû astengiyên li peş wî bên rakirin."