Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in

  • rojane
  • 15:56 2 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, meha mijdarê wek meha berxwedan û têkoşînê bi nav kir û got: "Em dê hem şoreşa jinan biparêzin hem jî bi çalakiyên xwe van polîtîkayan pûç bikin." Taşdemîr êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kir û got: "Ji DAIŞ'a 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, lê ji Kurdên 30 kîlometre dûrî sînor aciz in." 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkîldarî geşedanên di nava hefteyê de li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Taşdemîr, di civînê de bi kurdî axivî. Taşdemîr, destnîşan kir ku li dijî zimanê kurdî hêj polîtîkayên pişaftinê didomin û wiha got: "Kurdistanî li gelek bajaran rastî êrîşê tên û doz jî nayên vekirin. Ji ber ku li ser mezelê Hevşaredarê Lîsê yê BDP'yî "Em te ji bîr nakin" nivîsandibûn, eskeran bi fermana dozger hilweşandin. Ev sucên dijminantiyê ne li dijî Kurdan. Em ê li dijî van polîtîkayan li her derê kurdî biaxivin."
 
'AGIRBEST ENCAM NEGIRT GELEK SIVÎL HATIN QETILKIRIN'
 
Taşdemîr, diyar kir ku ji 9'ê Cotmehê û vir ve êrîşek li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê heye û wiha axivî: "Agirbestê encam negirt. Gelek sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran hatin koçberkirin. Li Girê Spî û Serêkaniyê pergala di pêşengiya jinan de hatiye avakirin hilweşandin. Dixwazin bi hişmendiya DAÎŞ'ê jiyanekê bidin avakirin. Ji ber ku Kobanê êşek xist dilê wan dixwazin êrîşî Kobanî bikin. Berxwedana mezin hişmendiya DAÎŞ'ê ji Kobanî derxist. Îro em dibînin ku dixwazin tola vê hildin." Taşdemîr destnîşan kir ku 1 û 2'yê Mijdarê rojên taybetin û wiha domand: "Piştî tarîtiya DAÎŞ'ê di pêşengtiya jinan de gel ketin nava rohahiyê û jiyanek hat ava kirin. Ji ber vê yekê kurd û dostên wan niha van rojan pîroz dikin. Li her derê meş tên li dar xistin. Divê em li van destkeftiyan xwedî derkevin."
 
'SIYASETEKE LI DIJÎ KURDAN BI RÊVE DIBIN'
 
Taşdemîr, da zanîn ku hikumeta AKP û MHP'ê siyaseteke li dijî Kurdan bi rêve dibin û wiha got: "Naxwazin bi Kurdên azad û pergaleke demokratîk re bijîn Li dijî vê her tiştî dikin. Ji DAÎŞ'ên ku 5 kîlometre nêzî sînor in ne acizin. Lê dibên bila Kurd 30 kîlometreyan dûrî me bin. Em bang li wan dikin ku êdî pirsgirêka Kurd pirsgirêka Navneteweyî ye. Bila Tirkiye û hikumeta AKP'ê vê baş bizane ku ji xeynî çareseriyê tu rê nînin. Bila eskerên xwe paşve bikşînin û nebin astengên çareserkirina pirsgirêka Suriyê. Çareserî ji bo hemû gelan riya herî baş e."
 
'DÊ SIYASETA MÊTINGERIYÊ WINDA BIKE'
 
Taşdemîr, bal kişand ser tayînkirina qeyûm û girtina siyasetmedaran û wiha axivî: "Polîtîkayên AKP'ê hem li derve û hem li hundir li dijî Kurdan e. Bi komplo û lîstikan dest danîn ser şaredariyên me. Hiqûq li gorî berjewendiyên AKP'ê tev digere. Duh Hevşaredara me ya Seravê binçav kirin û îro jî qeyûm tayîn kirin. Dixwazin vîna Kurdan bişkînin. Piştî qeyûm îlan kirin bi trilyonan pere winda ne. Bi kuve çûn? Divê bersivê bidin me."
 
'ÊRÎŞ LI ZINDANAN JÎ ZÊDE DIBIN'
 
Taşdemîr, bibîr xist ku di 2016'an bi derbeyekê hevserok û siyasetmedarên wan hatin binçav kirin û girtin û wiha got: "Çawa êrîş li derve hene li zindanan jî zêde ne. Li zindana Kandirayê, zextên li ser Parlamentera me Selma Irmak û Çagla Demîrelê zêde dibin. Dixwazin bi riya qemereyan hevalên me bişopînin û jiyana wan bixin bin kontrolê. Heke hûn dixwazin bişopînin yên şopandinê li Enqerê ne. Di navenda Enqereyê de emirê Telaferê yê DAÎŞ'ê ku keçikeke êzidî ya çardeh salî revand û li wir ji xwe re harem ava kirî bişopînin." 
 
'JI BO HIQÛQA TIRKIYE RÛREŞIYEKE MEZIN E'
 
Taşdemîr, bal kişand ser paketa darazê ya nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Parlementerê me yê Colemergê Abdullah Zeydan jî serlêdan kir. Dadgehê biryara berdanê da. Lê dozger îtîraz kir û hevalê me nehat berdan. Ev rewşa hiqûqê nîşan dide. Em biryarê şermezar dikin. Rûreşiyeke mezin e ji bo hiqûqa Tirkiyê."
 
'BI RÊBAZÊN DAÎŞ'Ê JINAN QETIL DIKIN'
 
Taşdemîr, diyar kir ku wê jin di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de li qadan bin û wiha got: "Em wek meclîsa jinan a HDP'ê li dijî tundiya zilam û ya dewletê serî hildidin. Em ê vê mehê berxwedana jinan xurt bikin. Li her derê qirqirina jinan bi rêbazên DAÎŞ'ê derdikeve pêş. Li Erganiyê Gulu Yilmaz ji aliyê hevserê xwe ve hat şewitandin. Hevserê Emîne Bûlût li ber çavan qetil kir. Êdî em hatine rewşeke wisa ku  jin nikarin bêjin 'Em azad bibin û bixebitin'. Dibêjin 'tenê em dixwazin bijîn'. Ji ber ku tundiya li ser jinan hatiye astek pir zêde. Hikumeta AKP û MHP'ê çawa dijminatiya gelan dike bi zimanekî zilamî ava dike û li hemberî jinan ketine hewildaneke mezin."
 
'NAVÊ QANÛNÊ EFÛKIRINA TECAWIZKARAN E'
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku dê di demek nêzîk de qanûna efûya kesên tacawizî zarokên biçûk kirine bê meclîsê û wiha got: "Bi rastî navê vê qanûnê efûkirina tecawizkarên zaroka ne. Em dibînin li her derê ev sûc zêde dibin ew jî bi vê siyaseta wan ve girêdaye. Em jî wek Meclîsa Jinên HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li hemberî van polîtîkayan çalakiyên xwe xurt bikin."
 
'TÊKOŞÎNA JINAN CIVAKÊ PÊŞ DIXE'
 
Taşdemîr, herî dawî bal kişand ser binçavkirina jinan a li Wanê û got: "Di navde endamên TJA'yê jî heyî 15 jin hatin binçavkirin. Niha di bin çavan de ne. Em dixwazin hevalên me berdin. Ji têkoşîna jinan êdî ne tirsin. Têkoşîna jinan hem civakê bi xwe re diguherîne hem jî demokrasî û azadiyê pêş dixe. Em meha mijdarê wek meha berxwedan û têkoşînê bi nav dikin. Em dê hem şoreşa jinan biparêzin hem jî bi çalakiyên xwe van polîtîkayan pûç bikin." 

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir