WAN - Hevşaredara Seravê Caziye Dûman ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî di nav de dema binçavkirinê ya 14 siyasetmedarên hat dirêjkirin.
Polisan, duh ki navçeyên navendî yên Tûşba, Rêya Armûşê û Artêmêtan ên Wanê bi ser mala de girtibû û Hevşaredara Seravê Caziye Dûman jî di nav de 14 siyasetmedarên jin binçav kiribûn. Siyasetmedarên ku sedema binçavkirina wan nayê zanîn û li Miduriyeta Polisan a Wanê tên girtin, dema binçavkirina wan ji bo rojekî hat direjkirin.
Navê jinên siyasetmedarên ên di binçavan de wiha ne; Hevşaredara Seravê Caziye Dûman, aktîvîstên TJA'yê Rojbîn Akdag û Havva Derya, Rêvebera HDP'ê ya Wanê Edîbe Babûr, Rêvebera DBP'ê ya Wanê Nerîman Ûrar, endamên meclisên şaredariyên HDP'ê Berken Kizillboga, Handan Karakoyûn û Serap Guvenç, Endama KCD'ê Mûkaddes Karakoç, dayikên Aştiyê Keve Işik, Atiye Şen, Pervîn Ozgur û Kebîre Karakaya.
ŞAREDARÎ DI DORPÊÇÊ DE YE
Şaredariya Seravê ku piştî binçavkina Hevşaredara Seravê Caziye Dûman qeyûm tayînê wê hat kirin, ji aliyê polisan ve hatiye dorpêçkirin. Polis, destûr nadin ku xebatkarên şaredariyê jî bikevin hundir. Polisa têketina avahiya şaredariyê ya Hevşaredar Şahabettîn Bîlmez jî asteng dikin. Bîlmez diyar kir ku Qaymeqamê navçeyê Mehmet Halîs beriya biryara tayînkirina qeyûm wesayîta meqam a şaredariyê ji wan xwestiye û wiha got: "Em duh heta êvarê li şaredariyê bûn û me civîna meclisa xwe girt. Em îro careke din çûn şaredariyê. Her aliyê şaredariyê bi TOMA'yan hatiye dorpêçkirin û destûr nadin ku em bikevin hundir."
Bîlmez destnîşan kir ku hê jî biryara wezaretê ya tayînkirina qeyûm hê jî ji wan re neyatiye şandin û ev tişt anî ziman: "Me girtek xwest nedan me. Tenê nîşan dan. Em bi gel re li pêşiya avahiya şaredariyê sekinîn. Bi tu awayî destûr nadin ku em bikevin hundir. Ji ber hewaya sar em bi girseyekî re derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn. Herkesê ku bihîst qeyûm hatiye tayînkirin hatin cem me."