NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye bi hêza TSK û OSO(MSO) êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Îro jî bi çekên giran êrîşî gundê Mahmûdiye kirin. Şervanên QSD'ê jî bersiv dan êrîşan û maqîneyek TSK'ê ya zirxî teqandin.
Tirkiye êrîşên xwe yên di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin tevî biryara agirbest û peymana di navbera Rûsya-Sûriye û Tirkiye de berdewam dike. TSK û OSO(MSO) bi çekên giran êrîşî gundê Mahmûdiye yê Serêkaniyê dikin. Şervanên QSD'ê jî bi tundî bersiv dan êrîşan. Li herêmê şerekî dijwar diqewime. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîşê de gelek eskerên TSK û OSO hatin kuştin û şerê ku li gundê Mehmûdiyê yê girêdayî Serêkaniyê hatiye destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çavkaniyan da zanin ku Şervanên QSD`ê li gund maşîna zirxî ya TSK'ê teqandin û eskerên di maşînê de hatin kuştin.