Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin

  • rojane
  • 12:45 2 Mijdar 2019
  • |
img

HESEKÊ - Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, diyar kir ku Tirkiyeyê bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, neteweya demokratîk û azadiyê hedef girtiye û wiha got: "Li dijî lîstikên qirêj divê em timik şiyar bin. Heta ku em hebin em ê ji bo pûçkirina van lîstikan û parastina axa xwe li ber xwe bidin, em ê bi serkevin."

 
Di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirkiye (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî wê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin de bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Kesên ku koçber nmebûn jî rastî êrîşên hovane hatin û ji ber van êrîşan bi dehan jin, zarok, ciwanan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso, êrîşên Tirkiyeyê û pêvajoya siyasî ku bi êrîşên Tirkiyeyê re dest pê kir, ji nûçegîhana JIN NEWS’ê Ronîda Hacî re nirxand.
 
'DIJMIN DIXWAZE PROJEYA ME YA WEKHEVIYA GELAN TÊK BIBE' 
 
Ayşeyê diyar kir ku projeya wekheviya gelan esas tê girtin û wiha got: "Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema me serkêşiya vê pirojeyê kir, me dizanîbû wê dijminê me pir bin. Me dizanîbû ku kesê dixwazin axa Sûriyeyê di nav hev de dabeş bikin hene. Axa Sûriyeyê li gor piroje û hişmendiya xwe di nava xwe de par bikin." 
 
ÇIMA SERÊKANIYÊ?
 
Ayşeyê da zanîn ku niha Erdogan bi hemû çekên giran êrîşî Serêkaniyê dike û wiha pê de çû: "Ji ber ku Waşûkanî kelha berxwedanê ye, cîhan tev dizane ku li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke pir mezin ji aliyê gel û hêzên leşkerî hat meşandin. Waşûkanî cihê têkbirina DAÎŞ'ê û Cebhet El Nusra bû."
 
'ŞERVANÊN QSD'Ê Û GELÊ BERXWEDÊR BERSIVA TEKNÎKA PÊŞKETÎ BI TÊKOŞÎNA XWE DIDIN' 
 
Ayşeyê diyar kir ku rakirina balafirên şer hedefgirtina demokrasî û aştiyê ye û wiha domand: "Balafirên dewleta tirk ya ser ezmanê me difiriyan, ji bo me ne nû ye. Ji ber şervanên me çanda bersivdayînê bi bedenê isbat kirine. Ew di aliyê teknîkî de ji me bi hêztirin, lê di aliyê vîn, israr û îradeya berxwedanê gelo dikarin bigihêjin me? Me hemû dît dema nikarîbû balafirên xwe bifirîne, li beramberî şervanên me têk çûn."
 
'WEKHEVIYA QSD'Ê NIMÛNEYA HERÎ NÛJEN E' 
 
Ayşe di dewama axaftina xwe de qala berxweda QSD’ê kir û got: "Ger îro di asta navneteweyî de her kes behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev serkeftina şervanên QSD'ê û hemû gelê Kurd e. Wekheviya di nava QSD’ê de hatiye avakirin, îro nimûneya herî nûjen a niha ye. Niha bi îradeya xwe ya xurt û azad em axa xwe diparêzin."
 
'ŞEHÎD HEVRÎN BANGAWAZIYA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E' 
 
Ayşeyê bal kişand xwesteka Hevrîn ya avakirina Sûriyeyek demokratîk û wiha dewam kir: "Dewleta tirk weke hişmendiya DAIŞ'ê yekem jin hedef girt. Hevala Hevrîn bangawaziya wê herî li pêş avakirina Sûriyeyek demokratîk bû. Her wiha beriya vê jî carekê tabloya Şehîd Barîn derket holê, em weke jin bi vê tabloyê pir dêşin, lê îro bi hezaran şervanên YPJ'ê wê bibin Amara û Barîn. Ew ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran dewam bikin."
 
'YEKITIYA ME DI ÇEPERAN DE SERKEFTINA HERÎ MEZIN E' 
 
Ayşeyê li ser vekişandina QSD’ê ya 32 km nirxand û wiha got: "QSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kişandina hêza xwe ya ji 32 km ji bo xelaskirina gel ji komkojiyê ye. Yekemîn sistema ku em biparêzin, sistema Rêveberiya Xweser e. Dê Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne û kar û xebatê xwe bidomîne. Hemû derê dinyayê gel rabû û faşîzma dewleta tirk şermezar kirin. Ev yek jî berxwedan û têkoşîna gel û şervanan nîşan dide."
 
'KUŞTINA BAGDADÎ RÛYÊ TIRKIYEYÊ EŞKERE KIR' 
 
Ayşeyê behsa kuştina Ebubekir El-Bagdadî kir û wiha domand: "Erdogan her roj dibêje ez ê sinoran ji terorê paqij bikim. Em jî vê pirsê dikin. Çima Ebubekir El-Bagdadî di sînorên di bin kontrola tirkiyeyê de hat kuştin? Îro em li Efrînê jî mêze dikin bûye wargeha çeteyên DAIŞ'ê ev yek jî rûyê rast yê Erdogan nîşan dide.  Di dirokê de kesayetên wek Recep Tayip Erdogan ne nû ye. Erdogan hitlerê duyemîn e."
 
'LI SER BINGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK PROJEYA XWE BIPARÊZIN' 
 
Ayşeyê bal kişand ser sistema netewa demokratîk û wiha dom kir: "Gelê ku li ser van xakan dijîn, xwe li ser sistema netewa demokratîk perwerde kirine. Ger cîhan hemû jî êrîşa me bike em ê li ser xeta parastinê de mafê xwe biparêzin. Çi êrîş li ser me were em ê vîn, wekhevî û deskeftiyên ku me bi dest xistiye biparêzin. Ji ber îro Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen û Tirkmen li ser bingeha netewa demokratîk projeya xwe diparêzin."
 
'BERXWEDAN JIYAN E, JIYANE ME HER DEM BERXWEDAN E' 
 
Ayşe herî dawî bal kişand ser berxwedana gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedan jiyan e, jiyana me jî her dem berxwedan e. Tu caran ne dewleta tirk ne jî hevkarê wê nikare vîna dayikên ku bi tililî, dîlan û helbestan, zarokên xwe dispêrin axê bişkînin. Ji ber şehîd herdem ji me re dibêje hêsiran li pê min nebarînin." 

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir