NAVENDA NÛÇEYAN - Bijîşkê Swêdî Abbas Mansoûran, diyar kir ku di lêkolînên li ser birîndaran kirin de, gehiştin wê encamê ku Tirkiyeyê di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, fosfora spî û çekên kîmyewî yên heya niha tespît nekirine, bi kar aniye.
Bijîşk Abbas Mansoûran ku bi xwesteka xwe ji bo piştgiriya tibî ji Swêdê çû Rojava, encamên lêkolînên xwe yên li ser kesên ku di 13'ê Cotmehê de ji ber êrîşên artêşa Tirk birîndar bûn eşkere kir.
Dr. Mansoûran derbarê rewşa birîndarên ku di 13'ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneya Hesekê lêkolîn kirin de wiha got: "Tirkiyeyê tevî fosfora spî, çekên kîmyewî yên ku wan hîna nekarine tespît bikin, bi kar aniye."
Dr. Mansoûran anî ziman ku derfetên wî çêbûn ku kesên di şerê sala 1980'î yê di navbera Îran û Iraqê de ji ber êrîşên kîmyewî birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan lêkolîn bike û wiha bi lêv kir: "Li ser bedena mirovên ku di 13'ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneyê şopên çekên kîmyewî hebû. Ev şopên fosfora spî ne û çekên mîna Dense Inert Metal Explosive (DIME) hin çekên kîmyewî yên cuda jî hatin bikaranîn."
'NAŞIBE BIRÎNÊN JI BER ÇEKÊ'
Dr. Mansoûran diyar kir ku ji Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên derdora wan zarok jî di nav de bi sedan birîndar hatin anîn û destnîşan kir, ku derdora 30 kesên ji ber çekên kîmyewî birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li Hesekê. Dr. Mansoûran destnîşan kir ku birînên wan gelekî giran bûn û nedişibiyan birînên ji rêzê yên bi çekê.
Dr. Mansoûran anî ziman ku fosfora spî tevî şewata giran a li hestiyan her wiha zerara kujer dide organên dil, kezeb û gurçikê. Dr. Mansoûran anî ziman ku ev made her wiha yekser bandorê li cegerê jî dike. Li gorî Dr. Mansoûran bombeyên hatin bikaranîn şarapnelên biçûk ên ji 1-2 mîlîmetreyî bûn ku ji tozên metalên giran kobalt, nîkel û volframê pêk dihatin. Dr. Mansoûran diyar kir ku birînên ji ber DIME dişibe birînên ji ber çeka ji fosfora spî û destnîşan kir, ku piranî birînên kujer in.
'ŞOPÊN LI SER BEDENA BIRÎNDARAN'
Dr. Abbas Mansoûran der barê rewşa birîndarên rakirin Hesekê de ev agahî dan:
"* Piraniya wan sivîl bûn.
* Piraniya nexweşên ku ez bi wan re axivîm gotin ku li deverên cuda bi çekên ji balafirên bêmirov hatin avêtin birîndar bûne.
* Piraniya nexweşan qala du êrîşên hewayî kirin ku li pey hev bombe hatin barandin.
* Birînên wan reş, kûr û deqên mezinahiya wan ji hev cuda bûn.
* Deqên parçeyên bombeyan ên ketin bin çermê mirovan çerm nepinandin.
* Hin ji birîndaran nikarîbûn bi hêsanî bêhnê bistînin, bêhn li wan diçikiya.
* Şopa dû ya li ser bedena wan dişibiya toza komirê.
* Herî kêm 6 nexweşan gotin ku çavên wan şewitî.
* Şopeke ku nîşan bide birîn ji ber lêketina parçeyekî rû da nebû.
* Li gelek nexweşan enfeksiyonên gelekî metirsîdar rû da ku bakteriyên super ên mîna Pseudonmonas ssp. E.coli û MRSA dibin sedem.
* Hin ji qurbaniyan ling û destên xwe winda kiribûn.
* Hin qurbaniyan nekarî bibihîzin."