HATAY - Li Hatayê, 4 HDP'iyên ku li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirinên li dijî şer kiribûn û ji ber vê yekê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Hatayê Mûrat Açikgoz û endamên HDP'ê Salih Varişli, Fîkret Pîrînç û Mazhar Bayam ku ji ber parvekirinên xwe yên li dijî şer ên li ser medya civakî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hatayê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin, piştî dawibûna îfadeyên xwe yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Her çar HDP'iyên ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinên sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê her çar HPD'iyan jî bi şertê kontrola edlî berdan.