AMED – Rojnameger û aktîvîstê Sûriyeyî Azîz Garîs yê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopand, diyar kir ku di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin û nêzî 300 sivîlan jî winda ne. Garîs, da zanîn ku ji ber êrîşan mirov neçar man ku malên xwe terk bikin û Tirkiyeyê ji ber van êrîşan Sûcê Şer kiriye.
Piştî DYA eskerên xwe vekişand, Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, fuze û balafiran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gel mutabakata DYA û Rûsya Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Ji ber êrîş didomin şer jî didome. Rojnameger û aktîvîstê Sûriyeyî Aziz Garis ku li ser sînor êrîşên Tirkiyeyê dişopîne, çavdêriyên xwe yên der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve kir. Rojnameger Garis, anî ziman ku berê ji Dêrikê heta Kobanê herêm ewle bû û wiha got: "Lê piştî êrîşên Tirkiye yên ji bo guhertina demografiya Sûriyeyê, ewlehî ket xeteriyê. Tirkiye bi navê “Tevgera Kaniya Aştiyê" ya eskerî cih û warên Kurd, Ereb û Suryaniyan bombe kir. Bi vê êrîşê gelê sivîl kir hedef. Bi van êrîşan re gelê li Serêkaniyê, Dirbesiye, Amûde, Derik, Qamışlo dijîn ji ber êrîşan cih û warên xwe terk kirin. Tirkiye niha Sûcê şer dike."
'SIVÎL KIRIN HEDEF'
Rojnameger Garis, anî ziman ku Tirkiye bi vê êrîşê sivîl kirin hedef û wiha axivî: "Unsurên selefî yên radikal ku di pêşiya TSK'ê de ketin bajar sivîl kirin hedefa xwe. Serê mirovan jê dikin. Gelek sivîl di êrîşan de hatin kuştin.
Li Serêkaniyê şer didome. Hem dixwazin Kurdan û hem jî dixwazin Ereb, Ermeni, Suryanî û Çeçenan ji ser axa wan koç bikin û ji herêmê dûr bixin. Operasyona Tirkiyeyê ne "Kaniya Aştiyê" ye. Kaniya terorê ye. Tirkiye bi êrîşan sûcê şer dike. Ev êrîş didomin. Her roj sûcê şer zêde dibe. Bi hezaran welatiyên Sûriyeyî ji ber van êrîşan neçar in ji cih û warên xwe koç bikin. Em bûn şahidê koçberiyê. Piştî bombebarana Tirkiyeyê ya li ser herêmên sivîlan mirovên sivîl neçar mkan ku cih û warên xwe terk bikin û koç bikin. Hêzên Tirkiyeyê li navenda Serêkaniyê û gundên wê bi roket û hawanan êrîş kirin. Welatiyên li vir dijîn neçar man koçî herêma Amûdê bikin. Bi êrîşên Mertalê Firatê re erebên li Cerablus û Babê dijîn neçar man koç bikin. Gelê Efrinê jî bi êrîşên Tirkiye û OSO neçar man koç bikin û niha li şûna wan hêzên OSO bi cih bûne. Niha jî ji ber êrîşan gelên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn koç dikin. "
'300 SIVÎL WINDA NE'
Garis, da zanîn ku bi êrîşan re bi hezaran welatî birîndar bûn û niha nêzî 300 sivîl jî winda ne û aqûbta wan ne diyar e û got: "Di nava 300 kesên hatine windakirin de kesên wergêr û xizmetkarên tenduristiyê jî hene. Hêj tu agahî ji wan nayê girtin."