ENQERE - Ji parêzerên doza 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê Sevînç Hocaogûllari, di pêvajoya darizandinê de, derket holê ku êrîşkarê sereke yê komkujiyê Îlhamî Bali mîna Serokê DAIŞ’ê Bagdadî yê hat kuştin li ser sînorê Tirkiyeyê xwe di veşêre.
Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî, şeva 26’ê Cotmehê li gundê Barîsha yê Îdlîbê yê 5 kîlometrer dûrî sînorê Tirkiyeyê ji aliyê hezên DYA’yê ve hat kuştin. Tesîra kuştina Bagdadî hîna jî dewam dike. A herî zêde tê meraqkirin jî pirsa “Gelo çima Bagdadî di sînorê herêma dibin kontrola Tirkiyeyê de bû ye?”
Di dozên derbarê komkujiyên 5’ê Hezîranê li Amed, 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê, 10’ê Cotmehê li Gara Enqerê yên di sala 2015’an û 20’ê Tebaxa 2016’an li Dîlokê rû dan hatin vekirin de, belge û agahiyên DAIŞ’î bi awayekê rehet sînorê Tirkiyeyê bikar tînin û di nava Tirkiyeyê bi serbestî digerin, cih girtin.
Yek ji parêzerên doza Komkujiya Enqerê 10’ê Cotmehê ku hîna jî bersûcên wê firarin Sevînç Hocaogûllari, diyar kir ku me di pêvajoya darizandinê de, di belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin de dît ku DAIŞ’ê li Tirkiyeyê torek çawan ava kiriye. Parêzer Hocaogûllari, da zanîn ku di pêvajoya darizandinê de, derket holê ku êrîşkarê sereke yê komkujiyê Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî sinorê Tirkiyeyê konttrol dikin û bazirganiya mirov û çekan dikin.
AGAHÎ Û BELGE NIRXANDIN
Hocaogûllari, derbarê van agahî û belgeyên gehiştin wan de ev nirxandin kir: “Di wan dosyeyan de, li Konya, Antalya, Hatay, Edene û Enqerê bi taybetî derbarê Îlhamî Bali de gelek lêpirsîn hatine bi rêve birin. Di dosyayên vê lêpirsınê de, qeydên gelek hevdîtinên telefonê derbas dibin. Ev agahî gav bi gav gehiştin destê me. Di lêpirsîna şewitandina leşkaran de, me dît ku Îlhamî Bali di lêpirsîna Antalyayê de hatiye şopandin û guhdar kirin. Me dît ku Midûriyeta Polîsan û İstixbaratê raste rast ev kes şopandine, wêneyên wî kişandin e, hevdîtinên wî yên telefonê qeyd kirin, lê ligel vê jî ne girtin e. Ya rastî kesekê herî zêde hatiye şopandin Îlhamî Bali bûye. Li gorî qeydên HTS Bali heya nêzî sinor jî hatiye dîtin û agahiyên sînyalê tim ji Elbeyli ya Kîlîsê dane.”
‘FAÎLÊN HERÎ XETERNAK KUŞTIN’
Hocaogûllari, dest nîşan kir ku ev jî nîşan dide ku gotinên desthilatdariyê yên mîna “Têkoşîna bi DAIŞ’ê” re ne rastin û wiha got: “Di qada hiqûqî de, li dijî DAIŞ’ê tu têkoşîn nayê dayîn. Em tu carî ne bûn şahide vê yekê. Di operasyona polîsan de bersûcê herî girîng ê Komkujiya Enqerê hat kuştin. Dihat gotin ku Yûnûs Dûrmaz emîrê Tirkiyeyê ye. Êrîşkarê Reînayê bi operasyonek xurt zindî girtin û propagandeya vê kirin. Lê di doza Komkujiya 10’ê Cotmehê de me ev yek nedît. Dîsa ji bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê Abdulmûttalîp Demîr bersûcek sereke bû. Nêzî 11 mehan li Dîlokê xwe veşartin. Di heman demê de gelek dosyeyên Ahmet Guneş hene. Şopa diliyên wî li Hatayê li ser bombeyan derketin. Ev kes dîsa nehat girtin û dema hat girtin jî, serbest hat berdan û ji bo bireve alîkariya wî hat kirin.”
‘HEMÛ DAXWAZÊN ME RED KIRIN’
Hocaogûllari, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku rêxistinbûyana DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê derbikeve holê, me ji dadgehê gelek daxwaz kirin, lê hemû daxwazên me hatin redkirin. Ji bo ku tora DAIŞ’ê derbikeve holê û têkoşîn li dijî DAIŞ’ê bê xurtkirin, dadgehan bi tu awayî helwestên xwe nîşan nedan. Piraniya dadgehan bersûcên DAIŞ’ê serbest berdan.”
Prz. Hocaogllari, daxuya kirin ku divê hebûna Bagdadî ya nêzî sînorê Tirkiyeyê di lêpirsînê re derbas bibe û wiha bilêv kir: “Ew xwe li vê derê di ewlekariyê de dibînin. Ev mirovan dide fikirandin. Ger siyaset û darazê jî helwestên xwe nîşan dabûna, wê îro Begdadî ne nêzî sînorê Tirkiyeyê bihat kuştin û ev herêm ji bo xwe bi ewle ne didîtin.”
MA / Bêrîvan Altan