STENBOL - Li Kolana Îstiklalê ya Beyoglûyê, karkerekî ji qata 6'an a avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li Kolana Îstiklalê ya navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê, îro serê sibehê saet derdora 07.30'an karkerê bi navê Cîhan Boz (35) ji qata 6'an a avahiya 7 qat ket û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdariyê komeke tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Koma tenduristiyê piştî mudaxaleya destpêkê tespît kir ku karker Boz jiyana xwe ji dest daye.
Ser cenazeyê karker Boz hat girtin û derdora cihê cenaze lê ji aliyê polisan ve bi bandê ewlehiyê girtin.
Hat hînbûn ku têkildarî bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.