Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Tirkiye bi destûra DYA û Rûsya ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi êrîşan kir, hevsengiya li qadê hat guhertin. Rêveberiya Xweser, ji bo pêşeroja Sûriyeyê bi Rejîma Şamê re ket nava tevgerê, Rûsya û DYA jî her çend li hev kiribin jî, niqaşên li ser petrolê didomin. 

 
Serokê DYA'yê Donald Trump bi biryara ‘Vekişînê" destûr da ku Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Piştî Tirkiye êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hevsengiyên li herêmê hatin guhertin. DYA hêzên xwe ji herêma Serêkaniyê û Girê Spî vekişand û Tirkiye di 9'ê Cotmehê de êrîşî kir. Tirkiye bi TSK'ê û OSO(SMO), bi tang, top, fuze û balafirên şer êrîş kirin û her çend agirbest piştî 17'ê Cotmehê hat îlankirin jî êrîşên Tirkiye yên li Serêkaniyê û Girê Spî didomin. Hat diyar kirin ku êrîşa Tirkiye bi destûra Rusya û DYA hatiye dayîn. Ji ber ku DYA sewa hewa ji Tirkiye re vekirî hişt û hêza xwe vekişand, Tiriye hem êrîşa hewayî û hem êrîşa bejayî pêk anî. Dîsa pitî Tirikye berê xwe da Rûsya derket holê ku destûra Rûsya jî di vê êrîşê de heye. 
 
Piştî Rûsya û DYA êrîş erê kirin Tirkiye bi hêza TSK û SMO li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşan kir. Bêyî ku li gorî pîvanên şer tev bigerin ketober êrîş kirin. Hem êrîşî şervanên QSD'ê kirin û hem jî êrîşî sivîlan kirin. Di êrîşan de herî zêde sivîl hatin kuştin. Li dijî sivîlan komkujî kirin. Lê li gel van êrîşên hewayî û bejayî Hêsên Sûriyeya Demokratik (QSD) berxwedanek pir mezin nîşan da. QSD'ê li seranserî sînor li ber xwe da û bersîvên tund da TSK û OSO/MSO. Piştî QSD'ê li ber xwe da, gelê cîhanê jî piştgirî da QSD'ê ya ku DAIŞ têk biriye. 
 
KETIN NAVA HEWLDANA KU AKP’Ê RIZGAR BIKIN
 
Piştî TSK-OSO(MSO) di êrîşan de çekêm kimyewî û fosfor bikar anîn û bedena mirovan bi fosforê şewitandin, gelê cîhanê bertek nişan da û Tirkiye wekî sûcdarê şer pênase kirin. Karsazên mezin ên cîhanê diyar kirin ku dê êdî razemeniyê nekin. Xwestin firotina çekan a Tirkiyeyê rawestînin. Her ku şer dirêj bû bertekên cîhanê yên li dijî Tirkiye jî zêde bûn. Gelê Rûsya û DYA jî bi tundî bertekên xwe yên li dijî erîşan anîn ziman. Li ser vê yekê DYA û Rûsya cuda cuda bi Tirkiye re peymanên agirbestê îlan kirin û ketin nava hewldanên ku îktîdara AKP'ê rizgar bikin. 
 
Di peymana ewil a bi Serokê DYA Donald Trump re sînorê navbera Serêkaniyê û Girê Spî ji TSK û OSO(SMO) re hat hiştin. Li ser vê yekê destûr dan ku Putin ji xeynî Dêra Zor, Rakka û Tabqa ligel hêza rejîma Sûriye li seranserî sînorê Rojava belav bibin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi Rejîma Şamê re ketin nava dan û stendinê. 
 
Rêveberiya Xweser, QSD û MSD bi Şamê re ketin nava têkiliyê û ji bo bi hevre sînor biparêzin gav avêtin. Li ser vê yekê hêzên rejîmê hatin ser sînor. Ji xeynî sînorê ku TSK xistiye kontrola xwe li gel eskerên Rûsyayê li ser sinor belav bûn. Ji Minbicê heta sînorê Iraqê li seranserî sinor 80-85 nokte ava kirin. Tenê li ser sînorê Kobanê 2 hezar eskerên rejîmê û 2 hezar û 200 eskerên Rûs bi cih bûn. Her çend rejîm bang li QSD'ê bike û bi şiklê ‘Efûya Siyasî" tev li Artêşê bibe jî ev rastî bertekên hişk hatin. QSD'ê daxuyanî da û xwest herî her tiştî lihevkirina siyasî pêk bê.
 
'XWESERÎ DÊ BÊN PARASTIN'
 
Hêsên li qadê di peymana ewil de xwestin rêxistin, rastî û hêzên li herêmê yên rêveberiyê wekî xwe bên parastin. Xwestin ev hêzên gel bi rêve dibin wekî xwe bên parastin. Disa xwestin xweseriya QSD'ê bê parastin û piştî hatin parastin dikarin bi artêşê re têkevin nava parvekirinê. Li ser vê mijarê hevdîtin tê kirin. Disa xwestin Efrîn jî li halê xwe yê berê vegere û Rêveberiya xweser a Efrînê ya berê bê parastin. 
 
Rewşa Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê ku niha kirine bin kontrola xwe hêj li ser mase nehatiye niqaşkirin. Disa mijara rewşa Idlibê çawa bê çareserkirin nediyar e. Li aliye din rewşa Dêra Zor, Rakka û Tabqa dê wekî xwe ya niha bê parastin. 
 
GRÊKA KOR A DYA Û RÛSYA 
 
DYA bi van gavên avêtin herêma petrolê xist bin parastina xwe û herêmê din jî ji venêrtina Rûsya re hişt. Rusya û Rejim hêj DYA wekî hêza dagirker pênase dike. Lê dîsa DYA û Rûsya tam li hev nekirine û ketine nava grêka kor. 
 
Welatên Garantorê Astana Rusya, Îran û Tirkiye û hêzên serdest ên Rojava ji rejîma Sûriyeyê û muxalifan Komîteya Makeqanûnê ava kirin û Civîna Cenevre li dar xistin. Di vê civînê de ji ber ku cih nedan Rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriyê jî dixetimîne. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir