ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin got: "Bila li ser wî guhî ranekevin, em ê bêdeng nemînin. Em ê tim bi çemika wan bigirin."
Wezareta Karên Navxweyî, di 29'ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Li şûna Hevşaredar Mehmet Zirig, Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû hat tayînkirin. Zirig, anî ziman ku di dîroka kurdan de Cizîr bi têkoşîna xwe xwedî cihekî girîng e û got: "Cizîr, bi dîrok û çanda xwe ji bo kurdan sembol e. Di dîroka têkoşîna kurdan de xwedî cihekî cuda ye. Her kuçeyeke wê, di warê têkoşîna demokrasiyê de bi bedêl û êşên mezin tijî ye ku di pirtûkan de hilnayê." Zirig, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman hatiye xwestin tevî gelê kurd peyamekê bidin tevahiya gelên Tirkiyeyê û got, ev pêkanîn tê wateya ku "ez vîna te nas nakim."
'DI 31'Ê ADARÊ DE GEL BI BÎRBIRIYEKE REFERANDÛMÎ ÇÛNE SER SINDOQÊ'
Zirig, anî ziman ku li Cizîrê ew bi rêjeyeke bilind bi ser ketine û got, ji xeynî polîs, leşker û karmendên dewletê hema bêje tevahiya gel dengê xwe daye wan. Zirig, diyar kir ku AKP bi rê û rêbazên zext û zoriyî nikare fikr û ramanê şêniyên bajêr biguherîne. Zirig, destnîşan kir ku Cizîrê ev yek bi dîroka xwe îspat kiriye û got: "Cizîr, serî li ber tu kesî netewenadiye. Bajareke ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve. Ev yek di 31'ê Adarê de careke din derket holê. Gel bi bîrbiriya referandûmê çû ser sindoqan. Gel got, li dijî qeyûman 'em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin' û çûn ser sindoqan."
Zirig, anî ziman ku lê dîsa jî AKP'ê qeyûm tayîn kiriye û bi vî awayî xwestiye peyamekê bide civakê û got: "Dibêje, 'ez xwedî polîtîkayeke ku top avêtiye.' Bi pêkanînên zext û zoriyê dixwaze hestên nîjadperest û netewperest careke din derxe pêş. Dixwaze derdorên muxalif bitepisîne. Reflekseke dîktatorî ye. Dixwaze netewperestan li derdora xwe kom bike."
'SAZÎ HEMÛ PÊŞKESÎ AKP'IYAN KIRIN'
Her wiha Zirig, bal kişand ser qeyûmê berê û texrîbatên wî jî. Zirig, bi bîr xist ku qeyûm 220 milyon deyn hiştiye û hema bêje hemû mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên din kiribû. Zirig, destnîşan kir ku di dema qeyûmê berê de hemû saziyên şaredariyê pêşkeşî rêveberên AKP'î hatibûn kirin û got: "Hemû îhale dan derdora xwe. Dan kesên wekî Hatîce Atan (Seroka Baskên Jina ya AKP'ê ya Bajêr) ku di nezda gel de bi qasî serê derziyê jî qîmeteke wê tune ye. Sazî hemû emanetî wan kirine. Saziyên wekî Stiya Zîn xistine xizmeta AKP'ê."
Zirig, bilêv kir ku çawa ew hatine ser kar, ji bo mal û milkên şaredariyê dîsa bînin ser navê şaredariyê di warê hiqûqî de tev geriyane û got, piştî ev rastî hatiye dîtin careke din qeyûm hatiye tayînkirin.
Zirig, anî ziman ku lê belê wê têkoşîna wan dewam bike û got: "Heta em hebin wê têkoşîna me ya demokratîk bidome. Bila li ser wî guhî ranekevin bi tayînkirina qeyûm û xespkirinê wê nikaribin vîna gel ji holê rakin. Wê nikaribin bêdeng bikin. Em ê tim û tim bi çemika wan bigirin. Ji bo bidestxistina destkeftiyan wê têkoşîna me û gelê me bidome."