AMED - Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN'a Amedê Bakî Ondeş, destnîşan kir ku ji her aliyî ve êrîş li ser destkeftiyên kurdan hene û got: "Divê Kurd bên cem hev û bi hev re li hemberî êrîşan têbikoşin."
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Tirkiyeyê jî bi qeyûman desteserkirina şaredariyên HDP'î didome. Hevserokê Şaxa TUM BEL -SEN a Amedê Bakî Ondeş, nerazîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman û êrîşên didomin anî ziman. Ondeş, destnîşan kir ku şer tesîrê li hemû qadên jiyanê dike û got: "Hesab û kitabên hêzên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn hene. Di êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mirov tên qetilkirin û cîhan temaşe dike. Tu carî hewldaneke hêzên emperyalîst a ji bo mirovahiyê çê nebûye. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî mudaxileyî wir dikin."
'JI BO ÎKTÎDARA XWE ÊRÎŞÎ ROJAVAYÊ DIKIN'
Ondeş, anî ziman ku ji her aliyî ve êrîş li ser destkeftiyên kurdan hene û got, lê belê divê kurd bên cem hev du û bi hev re li dijî van êrîşan bitêkoşin. Her wiha Ondeş, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî û got, îktîdar ji bo ser krîzê bigire serî li aloziyê dide. Ondeş, destnîşan kir ku wê di pêş de krîza li Tirkiyeyê kûrtir bibe û got: "Îktîdar, dibêje meseleya bekayê ye û êrîşî Rojavayê dike. Divê gelên Tirkiyeyê hay ji vê yekê hebin, mesele ne bekaya Tirkiyeyê ye. Ev, tenê ji bo îktîdarên xwe êrîşî Rojavayê dikin."
'TÊN TERORÎZEKIRIN'
Ondeş, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û wiha axivî: "Vîna gel tê xespkirin. Şaredariyên HDP'î tu carî nelirêtî nekirine, lê AKP dixwaze şaredariyên HDP'î "terorîze" bike."