AMED - Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, penaberên ne ji wê herêmê ne bi cih bike. Lê Sûriyeyiyên li Amedê, diyar kirin ku ji ber ew der ne herêmeke ewle ye naxwazin vegerin.
Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, penaberên ne ji wê herêmê ne bi cih bike. Sûriyeyiyên li Amedê jî şik û gumanên xwe yên derbarê herêma bi ewle de anîn ziman û gotin, ew dixwazin biçin warê xwe yên ku aştî lê heye, naxwazin biçin warên hin kesên din.
‘SÛRIYEYEKE BÊ ŞER'
Huseyîn Mahmûd, 5 sal berê tevî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe ji Helebê hatiye Amedê. Mahmûd û zarokek xwe ji ber bombeberana rejîma Esed birîndar bûne û neçar maye tevî malbata xwe ji Sûriyeyê derkeve. Niha Mahmûd û malbata xwe li navçeya Rezan a Amedê dimînin. Mahmûd, gava li Helebê bûye, atolyeya wî ya hesinan hebûye, lê belê li vira motorsiklêtan tamîr dike. Mahmûd, ji dêvla "herêma biewle" Sûriyeyeke "bê şer" dixwaze.
'NE EWLE YE'
Mahmûd, anî ziman ku li navçeyê nêzî 70 malbatên sûriyeyî hene û piraniya wan ji Helebê ne. Mahmûd, ji bo "herêma ewle" got: "Di vî şerî de eynê wekî gogekê geh me dişînin wir geh jî dişînin cihekî din. Niha piraniya mirovên li vir naxwazin biçin Sûriyeyê. Eger em biçin Sûriyeyê wê dîs aşer biqewime. Em naxwazin biçin herêma ku jê re dibêjin herêma ewle. Çimkî ew der ne ewle ye. Kurd, tirk, ereb hemû eynê ne. Bila her kes li axa xwe bijî."
‘OSO JI ESAD XERABTIR E'
Mûhammed En Eşagîl jî 2 sal berê hatiye Amedê. Di şerê li Helebê de mal û kargeha Eşagîl jî hatiye rûxandin. Gava ji Sûriyeyê derketiye demekê li Stenbolê û paşê jî li Antalyayê maye û herî dawî hatiye cem xwişka xwe ya li navçeya Rezanê. Eşagîl, li Sûriyeyê aşpêj bûye û aşxaneya wî hebûye. Niha li navçeya Rezanê jî heman karî dike. Eşagîl, jî destnîşan kir ku naxwaze biçe "herêma ewle". Eşagîl, got: "Heval û birayên min ji Helbeê çûn. Çûn Tirkiye, Lubnan û Ewropayê. Wê aynı işini sürdürüyor. “Güvenli bölge”ye gitmek istemediğini dile getiren Eşagil, “Halep’ten arkadaşlarım ve kardeşlerim gitti. Türkiye’ye, Lübnan’a, Av milyon mirov biçin wir, lê dîsa jî em ê têkevin bin banê Esad. Rêxistina OSO'yê, eynî wekî Beşar Esad e. Cihê ku em ê biçinê li wir OSO ye. OSO, ji Esad xerabtir e. Ji diziyê, tiryakê û fuhûşê bigire gelek tiştên xirab diqewimin."
Eşagîl, xwest şerê li Sûriyeyê biqede û biçin warê xwe.
GAVA JI HELEBÊ DERKET 11 SALÎ BÛ
Mûhamed Abbas jî gava 11 salî bûye ji ber şer ji Helebê derketiye. Abbas, pêşî tevî malbata xwe diçe Lubnanê, paşê koçî Tirkiyeyê dikin. Nêzî 7 sal in Abbas ji warê xwe dûr e û ji dêvla herêma biewle, aştiyê dixwaze. Abbas, got: "Gava 11 salî bûm em ji Sûriyeyêd erketin. Bi bombeberanan her roj bi dehan sivîl dimirin û birîndar dibûn. Me dît wiha nabe em derketin. YPG'ê em birin herêmeke ewle. Paşê em çûn Lubnanê. Em salekê li Lubnanê man, paşê hatin Tirkiyeyê."
‘EM NAXWAZIN LI AXA KESEKÎ DIN BIJÎN'
Abbas, destnîşan kir ku ne herêma bi ewle, ew dixwazin li axa xwe bi awayekî azad bijîn û got: "Ez naxwazim biçim herêma ewle ya Tirkiyeyê û ser axa hin kesên din. Dixwazim biçim warê xwe."
MA / Fethi Balaman