HATAY - Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî Mûstafa Demîrbaş, ji ber ku silav dabû hevalê xwe der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştre mehek cezayê qedexekirina çalakiyan lê hat birîn. Desteya girtîgehê di biryarê de got: "Maf û azadiyeke mehkûman ku silavê bidin tuneye."
Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê, girtiyê bi navê Mûstafa Demîrbaş, di 7'ê Cotmehê de gava piştî hevdîtina xwe ya bi parêzerê xwe re vedigere qawîşa xwe, silavekê dide hevalekî xwe. Lê belê gardiyan jê re dibêje "silavdayîn qedexe ye" û giliyê Demîrbaş dike. Li ser vê derbarê Demîrbaş de lêpirsîn tê destpêkirin û Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê ceza li Demîrbaş dibire.
Desteyê di biryara xwe de dibêje, Demîrbaş di korîdorê de li paş xwe zîviriye û merhebaya girtiyê bi navê Cebraîl Ancar kiriye. Desteyê di biryara xwe de got: "Maf û azadiyeke mehkûman ku li korîdorê silavê bidin hevalekî xwe tuneye" û mehek cezayê qedexekirina çalakiyan li Demîrbaş birî.
MA / Hamdullah Kesen