STENBOL - Piştî dadgehê derbarê parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan de biryara berdanê da, Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtiraz kir. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îtiraza dozgeriyê nirxand û biryara berdanê betal kir.
Îro dadgehê derbarê parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ku ji 4'ê Mijdara 2016'n ve girtiye da. Parêzerên Zeyndan, parêzer Mahsûnî Karaman û Mûrat Arsak ji bo înfaza derbarê wî de bê sekinandin di 25'ê Cotmehê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê dabûnç Dadgehê jî serlêdana wan qebûl kiribû û îro biryara berdana Zeydan da.
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo biryara hat dayîn îtiraz kir û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îtiraza serdozgeriyê nirxand û biryara berdanê betal kir.