MÊRDÎN - Cenazeyê Mahsûn Polan ê HPG'î ku beriya 2 salan di pevçûneke li bejahiya Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 2 salan hê dan malbata wî.
Mahsûn Polan ê HPG'î di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li gundê Sitilîlê yê navçeya Nisêbînê ya Merdînê, di operasyoneke leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Polat ku li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatibû veşartin, piştî 2 alan li ser lihevhatina mînakên xwînê radestî malbata wî kirin. Malbata Polat ji bo ku wesiyeta kurê xwe bi cih bîne, xwest cenazeyê kurê xwe li Goristana Hecheca ya li navenda bajar veşerin. Lê destûr nehat dayîn ku cenaze li vê goristanê bê veşartin. Li ser vê yekê malbatê cenazeyê kurê xwe bir gundê Çalê yê li herêma Omeryan veşart.