STENBOL - Di rapora ku ji aliyê Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn û ÎHD'ê ve hat amadekirin de ev daxwaz hat kirin: "Divê Peymana Paşdeqebûlkirinê ku penaberan neçarî Tirkiyeyê dike ya di navbera Tirkiye û YE'yê de hatiye îmzekirin bê betalkirin. Kes bê sedem koç nake, divê hemû sînor vebin."
Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn û Şaxa Komeleya mafê Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya bi navê "Rapora Kesên Derveyî Sînor û Binpêkirinên Mafên Penaberan" li bînaya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ku li Taksimê ye bi civîneke çapameniyê aşkera kirin. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy û gelek kes tevlî civînê bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin pankarta li ser nivîsa "Bila dawî li pekanînên dersînorkirin û binpêkirinên mafên penaberan bê" nivîsandî, hat daleqandin.
Seroka şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya paşde şandina penaberan bi bîr xist û diyar kir ku ji bo pirsgirêkên penaberan careke din dubare nebin hatine gel hev.
Rapora hatibû amadekirin, ji aliyê Endamê Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn Başak Kocadost ve hat xwendin. Di raporê de daxuyaniyên Walîtiya Stenbolê û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên têkildarî paşde şandina penaberan hatin bîbirxistin ev tişt hat gotin: "Li welatekî heke beşeke civakê bi fikar ji mala xwe derkeve derve, divê ku li wî welatî kes xwe di ewlehiyê de nebîne."
364 HEZAR SÛRIYEYÎ HATINE ŞANDIN
Di rapora ku 3 milyon û 674 hezar û 588 kes jê sûriyeyî bi giştî 4 milyon penaber hatine qeydkirin de ev agahî hatin parvekirin: "Ji 12'ê Tîrmeha 2019'an ve 364 hezar û 663 penaberên sûriyeyî ji bo Sûriyeyê ku hê jî lê şer didome hatine şandin. Di çarçoveya pêkanîna ku di 12'ê Tîrmeha 2019'an de hatiye destpêkirin de her roj teqrîbî hezar penaberên bêqeyd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine tespîtkirin. Derbarê 13 hezar penaberan de kirarî hatiye kirin û ji vana 3 hezarî wî penaberên bêqeyd ên sûriyeyî ne. Hatiye diyarkirin ku sûriyeyiyên beqeyd, ji bo ku bi wan re ji bo dayîna nasnameyên parastina demkî mulakat bê kirin, sewqî Navenda Starbûna Demkî ya Oncupinara Kilîsê hatine kirin, paşê kesên ku ketina çarçoveya parastina demkî li seranserê Tirkiyeyê li bajarekî hatine qeydkirin, kesên ku hatiye fêmkirin ku li bajarekî Tirkiyeyê qeyd kirîne jî heta 20'ê Tebaxa 2019'an (Ev dem paşê heta 30'ê Cotmeha 2019'an hatiye dirêjkirin" ji bo şandina bajarên li qqeydkirîne hatine hişyarkirin."
NAKOKIYÊN SAZIYÊN FERMÎ
Di raporê de bi lêkolînan qala nakokiyên daxuyaniyên saziyên fermî jî hatiye kirin ûe têkidlarî mijarê ev tişt hatine gotin: "Aşkerakirina Deriyê Sînor ê Bab Al Hawa ya statîstîka fermî, bi daxuyaniyan re bi nokok e. Tenê di meha Tebaxa 2019'an de 8 hezar û 901 sûriyeyî û di meha Tîrmeha 2019'an de jî 6 hezar û 160 sûriyeyî hatine dersînorkirin. Ev hejmara di meha Hezîrana 2019'an de jî 4 hezar û 370 sûriyeyî hatiye qeydkirin. Heke ev hejmarên tenê yên deriyekî sînor li ber çavan bê girtin, tabloya ku cûda tê nîşandan bi awayekî zelal tê dîtin."
DI 6 SALAN DE 527 PENABERÊN KARKER MIRIN
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku ji 4 milyon penaberan tenê destûra xebatê ya 65 hezar penaberan heye û ev agahî hatin dayîn: "li gorî daneyên Meclisa ÎSÎG'ê tenê di 2019'an de 91 penaberên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di 6 salên dawîn de 527 penaberên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji det dane. Keseke Singapûrî û kesekî Gîneyî ku hevjînên hevin û li Konyayê di parastina navneteweyî de rûdinin, ji ber ku roja xwe ya îmzeyê derbas dikin, Rêveriya Koçê destûra wan a rûniştinê dirêj nake. Di vê navberê de kesa Singapûrî nexweş dikeve û nexweşxaneya li Konyayê wê tedawî nake û jê dibêje ku divê biçe Stenbolê. Destpêkê diçin Hesekiyê ji ber ku cih lê tuneye diçin Samatyayê. Li vir jî nayên qebûlkirin û herî dawî diçin Nexweşxaneya Bezm-î Alemê. Li vir jî pêşî 270 TL pere didin û paşê jî ji bo tehlîla xwînê530 TL pere ji wan dixwazin. Ji ber ku nikarin vî pereyî bidin tehlîla xwe nakin. Di 28'ê Cotmehê de jinik jiyana xwe ji dest dide."
DAXWAZÊN TÊKILDARÎ PENABERAN
Di raporê de daxwazên têkildarî penaberan wiha hatine rêzkirin:
“* Divê pêre serdegirtinên malan, kontrola nasnameyê, destserkirin, bi darê zorê îmzekirin "Belgenameya Paşdevegerandina Dildar", pêkanînê dersînorkirinê û memeleya xerab a hêzên ewlehiyê ya li dijî penaberan bê dawîkirin.
* Divê gotin û pêkanînên ku penaberan sûcdar û cihê dikin bên bidawîkirin.
* Divê şert bên avakirin ku kesên hatine dersînorkirin careke din vegerin Tirkiyeyê.
* Divê ji bo penaberan bajarên ku hildijibirin derfetên mafê qeydkirin û azadiya geştê bên avakirin.
* Divê ji bo penaberên ferdên heman malbatî ku li bajarên cûda dijîn li bajarên ku dixwazin lihevcivandina wan bê pêkanîn.
* Divê pêkanîna çavdêriya rêveberiyê bê bidawîkirin.
* Divê binpêkirinên li navendên paşdevegerandinê bên bidawîkirin û xebatên ji bo girtina navendên paşdevegerandinê bên destpêkirin.
* Divê Tirkiyeyê sînordarkirina ku daniye ser Peymana Penaberan a Cenevreyê rake û hemê kesên ku ji zilmê reviyan bigire nav asta penabertiyê.
* Divê Peymana Paşdeqebûlkirinê ku penaberan neçarî Tirkiyeyê dike ya di navbera Tirkiye û YE'yê de hatiye îmzekirin bê betalkirin. Kes bê sedem koç nake, divê hemû sînor vebin.
Piştî aşkerakirina raporê parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Zuleyha Gulum jî axaftinên cûda kirin û polîtîkayên AKP'ê li dijî penaberan rexne kirin û daxwazkirin ku polîtîkayên jiyandinên bên pêşxistin.