NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn dewriyeya hevpar a Tirkiye û Rûsyayê dest pê kir. Ekîba ku ji 8 wesayîtan pêk hat, li rojavayê bajarê Dirbêsiyê dest bi dewriyê kirin.
Di çarçoveya mûtabakata di navbera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn li bajarê Soçî hat îmzkirin de, leşkerên her du welan yekemîn dewriya hevpar avêtin. Leşkerên Tirk û polîsên leşkerên Rûs, li aliyê rojhilatê gundê Şerîkê yê 11 km dikeve rojavayê Dirbesiyê dest bi dewriya hevpar kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) dest pê kê blokên beton ên ser sînor hatin rakirin. Dûre ekîbên Rûs li gundê ser sînor Melho yê navçeya Qoser a Mêrdînê bi leşkerên Tirk re lihev kom bûn. Piştî hevdîtina heya demekê dewam kir, leşkeran bi 8 wesayîtên leşkerî ber bi gundê Dirbêsiyê ve ketin rê, berê xwe dan rojhilatê bajêr û dest bi dewriyê kirin.