AMED - Hulya Usanmaz a 11 mehin pitika xwe ya bi nexweşiya Hemanjiom re girtî ye, hat berdan.
Hulya Usanmaz, dema Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Artuklu bû, di 2016'an de der barê wê de doz hatibu vekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê Hulya Usanmaz hat erêkirin hat girtin û piştî demekê girtî ma hat berdan. Usanmas dîsa di 27'ê mijdara 2018'an de hatibû girtin. Usanmaz li gel zaroka xwe ya 21 mehî Avşin ku bi nexweiya Hemonjiomê bû piştî 11 mehan li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ma hat berdan.