WAN – Şaredariya Rêya Armûşê xwest paqijiya derdorê bike, lê bi hênceta “qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr” a Walîtiya Wanê hêncet hat nîşandan û polîsan paqijî asteng kir.
Hevşaredarên Rêya Armûşê ya Wanê xwestin li gel kedkarên paqijiyê kolan û kuçeyên navçeyê paqij bikin. Polîsan bi hênceta “qedexeya çalakî û şahiyan” a Walîtiya Wanê ku ji bo nav bajêr girtiye destûr neda kampanya paqijiyê. Beriya hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şêhsade Kurt, midurên yekîneyan û kedkarên şaredariyê derkevin derdorê paqij bikin polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û nehiştin derdor were paqijkirin.
Hevşaredaran û karkerên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Hevşaredar Azîm Yacan axivî û diyar kir ku ew bi pirsgirêka paqijiyê re hevrû ne û got: “Tenduristiya gel di bin tehdîtê de ye. Berpirsiyariya vê yekê jî Walîtiya Wanê ye.”