EDENE - Li Edeneyê 2 trên li peyayan qelibîn. Ji peyayan kesekî jiyan xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li navçeyên Seyhan û Ceyhan ên Edeneyê 2 trên cuda cuda li peyayan qelibîn. Di her du qezayên trênan de ji peyayan kesekî jiyan xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Ceyhanê lokomaotîfa lênihêrîna trênê li welatiya bi navê Nîlgun Çolak qelibî. Komên tenduristiyê ku hatin cihên bûyerê ragihandin ku Çolak jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanê. Li navçeya Seyhanê jî trêna bar li ser Pira Demîr a li ser Çemê Seyhanê li welatiyê bi navê Enes Erbîl qelibî. Komên tenduristî, agirkuj û polisan hatin cihê bûyerê û Erbîl ji ji binî trênê ku lê asê mabû derxistin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Tedawiya Erbîl ku rewşa wî xedar e, li nexweşxaneyê didome.