ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de, butçeya parastinê ya sala 2014'an 44 mîlyar TL bû, lê niha lêçûna butçeyê 4 qat zêde bûye û wiha got: "Her bombeyek ku balafira F-16 davêje, lêçûna wê bi milyonan tl ye. Bombeyên F-16 li mutbexa (pêşgeh) me dikeve. Em xwezaya xwe û pêşeroja xwe winda dikin."
Parlanenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Amedê û Endamê Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê Garo Paylan, der barê Peşnûme Kanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an nirxandin kir. Garo Paylan, anî ziman ku pêşniyara Pêşnûmeya Butçeya 2020'an li dijî wîcdan û edaletê ye û wiha got: "Di vê butçeyê de karker, çotkar, karmend, xizan, jin û astengdar tune ye. Di vê butçeyê de daxwazên Qesrê û alîgirên Qesrê hene. Faîz, tang, top heye. Ez bang li hemû welatiyan dikim ku li dijî vê butçeyê nerazîbûnên xwe bînin ziman. Ev butçeya we ye. Bi vê butçeya bê wîcdan, dê 10 milyar TL çavkanî ji hevkarên îktîdarê re bê veqetandin. Li pira ku welatî di ser re derbas nabin û nexweşxaneyê welatî nikarin biçin lê derman bibin pere tê xerçkirin û butçe jêre tê veqetandin. "
'ÇAVKANIYÊN ME YÊN XWEZAYÎ Û TURÎZMÊ HENE, LÊ EM XIZAN IN'
Garo Paylan, da zanîn ku di şertên asayî de butçe ji bo berjewendiyên gel tê amadekirin û pêşkêşkirin û wiha got: "Lê îktîdar û hevkarên wê butçeyê tenê ji bo Qesrê û hevkarên Qesrê butçeyê amade dike. Dixwaze çavkaniya butçeyê pêşkêşî hevkarên xwe bikin. Tirkiye xwedî nifûsek ciwan e. Civakek kedkar û avaker e. Çavkaniyên me yên xwezayî û turîzmê hene. Welatê me cihekî pir stratejik e. Lê em li gel vê yekê dîza xizan in. Aramiya me tune ye. Ji 3 parên civakê 2 parên wê xizan in. 8 milyon mirov betal in. Kar û xwarin tune ye. Xizanî û betalî heye. Dîsa kedek pir heye, lê heqê kedê kêm e. Lêçûna mirovan zêde ye, lê hatin pir kêm e. Bê edaletiyek pir mezin heey."
ÎKTÎDARÊ BUTÇE TENÊ JI BO QESRÊ Û HEVKARÊN QESRÊ AMADE KIRIYE'
Paylan, da zanîn ku di serdema AKP'ê de bijarteyên wê wîcdan û bê edalet kirin û wiha axivî: "Ji ber bijartiyên bê edalet û bê wîcdan, bûtçe jî bê wîcdan û bê edalet e. Diviya bû butçe ji bo berjewendiyên civakê bûya. Lê dema em dinerin îktîdar butçe tenê ji bo Qesrê û hevkarên xwe amade kiriye. Bacê ji îstasyonên benzînê kom dikin. Kesekî feqîr ê maşîna wî bi 5 hezar TL û kesekî zengîn ê maşîna wî bi 5 milyon TL, dema li îstasyona benzînê, benzînê dikire heman bacê dide. Di rêjeya bacê de bê edaletî heye. Xizan û dewlemend heman bacê dide. Dibe ku Berat Albayrak bêje em mezin dibin. Li tirkiyeyê her salê ji sedî 1.5 nifûs zêde dibe. Krîzek mezin heye. Ger ku çavkanî bi awayekî adîl bên parvekirin û demokrasî hebe, Tiriye wê pir zû mezin bibe. Li gorî modela Berat Albayrak kî mezin dibe. Kî dewlemend dibe? Karker û kesên teqawît ji sedî 5 mezin dibin an kesên zengîn?"
Garo Paylan, da zanîn ku Tirkiye di 3 salên dawî de ketiye nava qeyrana aborî û wiha got: "Banka Navendî ya Amerikayê faîzan zêde dike. Tirkiye dê dîsa zêde têkeve bin deynan. Îktîdar ger ku bixwaze dikare welat ji sedî 5 mezin bike. Lê kê mezin dike ew girîng e? Hûn dikarin xwezayê tune bikin û mezin bikin. Çiyayê Kazê li holê ye. Çiyayê Kazê pêşkêşî sermayeya qirêj a zêran dikin. Lê em çiyayê xwe, xwezaya xwe û pêşeroja xwe winda dikin."
BUTÇEYA ŞER 4 QAT ZÊDE BÛ
Paylan, bibîr xist ku her ku balafirên şer ên F-16 bombeyekê davêjin, maliyeta bombayê bi milyonan tl ye û wiha pêde çû: "Butçeya şer ji mutbexa me derdikeve. Piraniya çavkaniyên butçeya welat ji bo butçeya şer tê veqetandin. Di serdema pêvajoya çareseriyê de butçeya sala 2014'an a parastinê 44 milyar TL bû. Wê demê butçe ji tang, top û fuzeyan re nedihat qetandin. Lê butçeya 4 sal berê 44 milyar TL bû di sala 2019'an de 160 milyar TL ye. Butçeya şer di nava 4 salan de 4 qat zêde bû. Butçeya 2020'an dê bêtir zêde bibe. Îsal dê 150-160 milyar TL pere li butçeya parastinê bê xerçkirin. Butçeya sala par 120 milyar TL hatibû texmînkirin. Lê bi xasî xuya dibe 160 milyar TL lêçûn heye. Di êrîşên li dijî Sûriyeyê de fuze, tang, çek, gule, hatin bikar anîn. Bi milyonan tl hatin xerçkirin. Her bombeya ku balafirên F-16 davêje li mutbexa mala me dikeve."
Garo Paylan, destnîşan kir ku Qeymeqam tayînî Cerablus, Azez, Afrinê kirin û wiha axivî: "Li wir gelek erkdarên cemaweriyê hene. Li xizmetên perwerdehî, tenduristî, rê û xizmên din vên van bajar û navçeyan pereyekî pir zêde xerç dikin. Dîsa bi hezaran kesên çekdar li wan deran hene. Ew bi xwe jî vê yekê îtîraf dikin. Em dibînin vê yekê tevî ji diravdayîna veşarî xerç dikin. Xerçkirina pereyên sergirtî di 5 salan de 10 qat zêde bû. Serokomar li gorî xwe pênaseya vî pereyê sergirtî kir û sînorê wê tune ye.
ERDOGAN 33 HEZAR MEAŞÊ TEQAWÎTBÛNÊ DISTÎNE
Serokomar Erdogan, di 44 saliya xwe de teqawît bû. Niha 33 hezar meaşê teqawitbûnê distîne. Di butçeya 2020'an de dê meaşe Serokomar bi giştî 113 hezar û 157 tl be. Meaşê Serokomar li dijî wîcdan û edaletê ye. Li aliyeki heqê herî kêm ê karker û karmendekî 2 hezar û 20 tl ye. Li aliyê din kesek nikare 83 hezar tl meaş bistîne.
MA / Diren Yurtsever