STENBOL – KHK'yiyên di dema Rewşa Awarte de hatin îxrackirin û mafên wan hatin binpêkirin, diyar kirin ku bi tirsa li civakê ferz kirine 125 hezar mirov kirine "sivîlên mirî".
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte hat îlankirin û piştî Rewşa Awarte 34 KHK hatin derxistin û van KHK'yan jî 125 hezar û 800 kes hatin îxrackirin. Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin anîn ziman ku hemû mafên wan hatine binpêkirin.
Yek ji kesên di 7'ê Sibatê de bi KHK'ya Jimare 686'an hat îxrackirin jî mamosteyê 18 salan Bulent Yildiz e.
NE REWA YE
Yildiz, destnîşan kir ku ji ber kurd e û muxalif e hatiye îxrackirin û got, ji bo vegere ser karê xwe serî li Komîsyona Rewşa Awarte daye, lê belê komîsyonê jî neheqî lê kiriye. Yildiz, bilêv kir ku demeke dirêj betal maye û paşê di gelek karan de xebitiye lê belê ji ber nikaribûye bike bi heta niha bi saya heval û dostên cwe li ser piya maye. Yildiz, got: "Helwesta hikûmetê ya êrîşkariyî û dîkekirînê di asteke pir tirsnak de ye. Hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe şik û gumanên min hene."
TIRS LI CIVAKÊ HAT FERZKIRIN
Karmendê tapoyê Maşûk Oztekîn jî di 29'ê Cotmeha 2016'an de hatiye îxrackirin. Oztekîn, diyar kir ku piştî hatiye îxrackirin nikare di karekî bi sîgorte de bixebite û got, niha dersên taybet dide û hewl dide debara xwe û malbata xwe bike. Oztekîn, hikûmet bi KHK'yan bêyî ku sual bike mirov ji kar derxistine û got: "Tirs li civakê ferz kirin û bi vî awayî pêvajoyeke qebûlkirinê dest pê kir."
Mamoste Songul Tûnçdemîr jî di 7'ê Sibata 2017'an de hatiye îxrackirin. Tûnçdemîr, anî ziman ku gava hatiye îxrackirin derbarê wê de tu lpirsîneke edlî û îdarî tune bûye. Tûnçdemîr, destnîşan kir ku gava hatine îxrackirin wekî "sûcdarekî" li holê mane û got: "Min çi kiribe hemû li gor qanûnê û peymanên navneteweyî ne. Me çi kiribe ji bo welatekî hîn xweştir kiriye. Min tim got, wekhevî û biratî. Ji bo şert û mercên xebatê baş bibin û ji bo xizmeteke hîn baştir. Bila xweza neyê qirkirin, bila cinayetên karî çê nebin, bila taciz û tecawiz çê nebin. Armanca min ev bû."
Tûnçdemîr, diyar kir ku îktîdara siyasî hîn jî bi çavê dijminan li wan dinere û got: "Em neheqiyê tehemul nakin. Lê em ê tim li ser rêya rast bimeşin."
'125 HEZAR MIROV KIRIN SIVÎLÊN MIRÎ'
Mamoste Îlhan Koyû jî di 1'ê Îlona 2016'an de hatiye îxrackirin. Îlhan, bilêv kir ku 125 hezar mirovên bi KHK'yan hatine îxrackirin wekî kirine wekî "sivîlên mirî" û got: "Mafê me yê geştê hat binpêkirin. Pasaportên me betal kirin. Em tenê bi pereyan dikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Em li vî welatî dijîn lê belê ji ber em polîtîkayên îktîdarê rexne dikin em ji hemwelatîbûyînê hatine derxistin."
Herî dawî Koyû got: "Heger îktîdar dibêje em sûcdar in û têkiliya me bi darbeyê re heye, nexwe bira rê li ber dadgehan veke û em bên darizandin. Wê derkeve holê ku ka têkiliya kê bi kê re heye."
MA / Mehmet Halit Çetinbaş