ANTALYA - Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê, diyar kirin ku ji ber gefên hin kesên nenas ji xaniyên xwe yên bi kirê kirine hatine derxistin. Xwendekaran serî li ÎHD'ê da.
Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin, ji ber gefên kesên nenas ku li xwediyên xaniyên wan xwarine ji xanî hatine derxistin. Ji van xwedekaran Sedal Alkan û Abdûllah Akataş, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê dane.
GEF LI XWEDIYÊN XANIYAN TÊN XWARIN
Xwendekar Sedat Alkan, anî ziman ku bi van rê û rêbazan bi dehan xwendekara ji xaniyên bi kirê kirin û ji kargehên lê dixebitin hatine derxistin. Alkan, diyar kir ku hin kesên nenas li xwediyê xaniyan û emlakvanan digerin û got: "Ji wan re dibêjin 'Têkiliya vana bi rêxistinê re heye. Derbarê wan de dosye û doz hene. Ew ne xwendekar in. Ew van malan wekî malên hucreyê bi kar tînin. Divê bên derxistin. An jê wê belayek bê serê we.'" Alkan, destnîşan kir ku ji ber bûrsa wan hatiye qutkirin di karên part-time dixebitin û got, heman kes li xwediyê kargehê jî geriyane û gef lê xwarine.
Alkan, anî ziman ku mafê wan ê hêwirandin û xebatê ji dest wan hatiye girtin û got: "Em xwendekar in, lê nahêlin em bixwînin. Pêşî li ber pêdiviya me ya hêwirandinê digirin. Ji bo em karibin debara xwe bikin divê em bixebitin. Vê yekê jî asteng dikin. Li her derî astengiyan didin ber kurdan."
Xwendekar Abdûllah Aktaş jî got: "Ez jî di nav de li zanîngehê bûrs û krediya bi dehan xwendekarên kurd bi awayekî kêfî hatiye qutkirin. Her wiha ji ber van kesên nenas em ji kar jî hatin derxistin. Di demên dawî de jî ji bo em ji Antalyayê biçin, mudaxileyî malên em lê dimînin jî dikin. Çend meh berê hin hevalên me yên din jî ji malê derxistin. Ev tişt hemû ji ber nasnameya me ya kurdbûyînê pêk tên."