MÊRSÎN - Dozgeriyê der barê nûçegihanê me Ergîn Çaglar de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekir. Di îdianameyê de xebatên rojnamevaniyê yên Çaglar sûc hatine hesibandin û dozger ji bo wî gotiye "qaşo nûçevan".
Nûçegihanê me Ergîn Çaglar di 16'ê Tebaxê de li Mêrsînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Piştî hat berdan derbarê wî de doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê Çaglar de îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Mêrsînê jî îdianame qebûl kir.
Dozger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin, lê belê di îdianameyê de Çaglar bi "propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin. Di îdianameyê de îfadeyên şahidin aşkere û nepen jî cih girtine û xebatên rojnamevaniyê yên Çaglar sûc hatine hesibandin.
Her wiha dozger di îdinameyê de ji bo Çaglar gotiye "qaşo nûçevan".
Di dema avêtina ser malê de pirtûka “Bogurtlen Zamani 2 Buluşma”, “Tarîh Yûkari Mezopotamya’da Başlar” û “Dagin Ardindan Bakmak” hatibûn desteserkirin û di îdianameyê de ev pirtûk jî sûc hatine hesibandin.
Danişîna ewil a dozê wê di 5'ê Kanûnê de pêk bê.