* Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku ji sedî 86 rapora wê hebû û bi nexweşîna pençeşêrê ket, piştî 2 salan hat berdan. Başdaş, diyar kir ku girtiyên nexweş di şertên giran de dimînin û xwest bên berdan.
* Dozgeriyê der barê nûçegihanê me Ergîn Çaglar de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekir. Di îdianameyê de xebatên rojnamevaniyê yên Çaglar sûc hatine hesibandin û dozger ji bo wî gotiye "qaşo nûçevan".
* Li Qersê, kafeya jinan Mor Cafe balê dikişîne. Jin, cureyên rîçal û penêrên ku jinên li gund çê dikin didin ber mişteriyan, di heman demê de van beran difiroşin jî.
* Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ku ji bo tayînkirina qeyûman got, "nenaskirina vîna gel", diyar kir ku dawiya bloga AKP-MHP'ê hatiye û got: "Ê bi ser bikeve wê vîna gel be."
* Hejmara dudoyan a xêzekovara bi kurdî "Zrîng" derket. Edîtorê kovarê Dogan Guzel, got ew ê naveroka kovarê bi çîrokên hîn xurtir dewlemend bikin.
* Aborîzan Ozgur Muftuoglû, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsa hat kirin anî ziman ku, budçeya ji bo parastinê hatiye veqetandin wê ji bêrîka gel derkeve û got: "Em ê bi nan û ava ku dikirin, em ê bi gaza xwezayî û ceryana ku xerc dikin bedêla vî şerî bidin."
* Xwendekarên kurd ên li Zanîngea Akdenîzê, diyar kirin ku ji ber gefên hin kesên nenas ji xaniyên xwe yên bi kirê kirine hatine derxistin. Xwendekaran serî li ÎHD'ê da.
* KHK'yiyên di dema Rewşa Awarte de hatin îxrackirin û mafên wan hatin binpêkirin, diyar kirin ku bi tirsa li civakê ferz kirine 125 hezar mirov kirine "sivîlên mirî".
* Dîmenên dema îfadeya li dozgeriyê ya Devran Aslan ku ji ber kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk tê darizandin, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku dozger, tim mudaxileyî Aslan dike.
* Derbarê Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz de ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, doz hat vekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Yilmazê bê birîn. Ji tiştên ku Yilmaz pê tê tawanbarkirin, yek jê jî gotineke wê ya di dema pêvajoya greva birçûnê de ye ku gotiye: "Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye."
* 12'emîn danişîna doza kuştina 33 ciwanên SGDF'î yên li Navçeya Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ya Kampusa Girtîgeha tîpa T a Rihayê bê ditin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê komeleyên Herêmê û DÎSK'ê ya Stenbolê ziyaret bike. (11.00-14.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê rapora "Binpêkirina Mafan a Penaberên hatine Dersinorkirin" li avahiya komeleya xwe bi raya giştî re parve bikn. (12.00)
* Baroya Amedê dê ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin li pêş Edliyeya Amedê "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 200'an de li dar bixe. (13.30)
* Komeleya Jinan a Rosa, dê têkildarî Pakêta Darazê, komkujiyên jinan li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)