MÊRDÎN - Li Dêrikê, 10 roj berê cendirmeyan avêtibû ser malan û 12 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin 11 jê hatin berdan û Yûsûf Temelê 70 salî jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Li gundê Erbete yê Dêrik a Mêrdînê, di 21'ê Cotmehê de cendirmeyan avêtibû ser malan û 12 kes binçavkiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin 11 jê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan, lê belê Yûsûf Temel ê 70 salî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Hat hînbûn ku Temel nexweş e.