ŞIRNEX - Cerdevan M.K. ku bi awayî sîstematîk zarokekî îstismar kiribû û derbarê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, hat girtin.
Di 28'ê Cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber ku bi awayî sîstematîk zarokekî îstismar kiribûn, C.A., H.A., E.A., C.K. ve F.T. biryara dadgehê hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku biryara nepeniyê li ser e de derbarê cerdavanên bi navê M.K. ve A.K. ku li ser xeta sînor peywirdarin jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Cerdavanên navborî li ser peywirê hatin binçavkirin û anîn Edliya Elkê. Ji cerdevanan A.K. piştî dayîna îfade ya dozgeriyê hat berdan û cerdevan M.K. jî bi sûcdariya "îstismara zayendî ya bi wesf" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. M.K. bi heman sucdariyê jî hat girtin.
Bi girtina cerdavan M.K. re hejmara kesên ku di çaroveya lêpirsînê de hatin girtin derket 6'an.
Tê gotin ku hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsînê bên binçavkirin zêde bibe.