NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanek hêzên Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê, ji navçeya Eyn Îsayê çû başûrê kantona Kobanê ango navçeya Sirînê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê; Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê xwe ji baregehên xwe piştî çend rojan ji êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişand, lê îro karwanê Koalîsyonê ji Til Temir derket û berê xwe da navçeya Eyn Îsa û ji wir jî derbasî navçeya Sirînê ya Kobanê bû û ket navenda navçeyê. Karwan ji maşîneyên zirxî û cebilxaneyên leşkerî pêk tê.
Her wiha di heman demê de li ser rêya M4 a navdewletî û derdora navçeya Eyn Îsayê, dewriya rûsî û hêzên rejîma Sûriyê derketin dewriyê.