ENQERE – Komîsyona OHAL'ê, karê Hevserokê Şaxa SES'ê ya Meletiyê Bulent Uçar ê bi KHK'ê hat îxrackirin û 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da, paşve dan wî. Hevserokê Giştî yê SES'ê Gonul Erden, bertek nîşanî Komîsyona OHAL'ê da û got: "Lê wê mafê wî yê jiyanê çi bibe? Yên mafê Bulent ê jiyanê xezp kirin dê hesabê vê yekê bidin?
Şaxa Sendîkaya SES'ê li Navenda Giştî têkildarî mexdûrên KHK'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’ê û rêveberên KESK'ê amade bûn.
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Meletiyê Zuhal Guler, Endama konseya Navendî ya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Gulriz Erişgen, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Parlamenterên HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, Semra Guzel, Mehmet Ruştu Tiryaki û Necdet Îpekyuz amade bû. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, daxuyanî da û diyar kir ku Îktîdara AKP'ê civakek bê tenduristî ava kiriye û wiha got: "Di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi hêjmara 675'an a KHK'ê Hevserokê Şaxa SES'a Meletiyê Bulent Uçar hat îxrackirin. 4 meh piştî KHK'ê Ucar krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Serî li Komisyona OHAL'ê dabû. Komisyonê piştî ku jiyana xwe ji dest da serlêdana wî qebûl kir. Uçar ku hat îxrackirin, bi propaganda reş a îktîdarê û ji ber bê hiqûqiyê krîz derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Komisyona OHAL'ê der barê Bulent Uçar de biryar da ku der barê wî de tu lêpirsîn tune û tu têkiliyê wî û rêxistinên dijzagonî bi hev tunre ye. Biryar daku hemû mafê wî paşve bê dayîn. Baş e. Lê mafê wî yê jiyanê wê çi bibe. Mafê Bulent ê jiyanê hat xezpikirin. Wê ev mafê wî çawa paşve bê dayîn? 732 rojan OHAL'ê berdewam kir. Di pêvajoya OHAL'ê de 32 KHK derxistin. 152 zagon hatin guhertin. Bi van KHK’yan 48 saziyên taybet ên tenduristiyê, 179 saziyên çapemeniyê, Hezar û 767 komele, 4 hezar û 722 karguerî hatin girtin. 48 hezar û 535 kes betal man. 209 Rojnameger, 95 hevşaredar, 12 parlamenter, bi giştî 70 hezar û 689 kes hatin girtin. Qeyûm tayînî 99 şaredariyan kirin. 19 sendika û konfederasyon hatin girtin. 7 grev hatin qedexekirin. Di navde 11 hezar û 257 kedkarên xizmeta tenduristiyê bi giştî 135 hezar û 856 kes bê lêpirsîn û pirsîn ji karê xwe hatin dûrxistin. 58 kes piştî OHAL'ê û KHK'yan întîhar kirin an jî jiyana xwe ji dest dan."
EM Ê HETA DAWÎ TÊBIKOŞIN'
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku bi van pêkanînên li dijî hiqûqê mafê wan ji destê wan hatiye girtin û ev pêkanîn 40 mehin didome. Bozgeyîk, da zanin ku wekî KESK'ê anîn ziman ku Komîsyona OHAL'ê ne bê alî ye û girêdayî Serokomariyê kar dike û wiha got: "Di van 40 mehan de gelek hevalên me dawî li jiyana xwe anîn. Gelek akademîsyen jiyana xwe ji dest dan. Hevalê me Bulent ji ber van zextan krîza dil derbas kir. em wekî KESK'ê de heta dawî li dijî vê neheqiya ku komîsyona OHAL'ê ava kiriye têbikoşin. "
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Meletiyê Zuhal Guler jî "Li Meletiyê tenê hevalê me yê xebatê Bulent îxrac bû. Li ser gotinên personelên nexweşxaneyê lîsteyek derxistin. Di vê listeyê de kesên xebatên sendîkayê dimeşandin hebû. Serhekîm ev lîste erê kiribû. Bulent di serê lîsteyê de bû. Bulent tu carî zerar neda kesî û dilê tu kesî neşikand."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, jî diyar kir ku ew ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin.