NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Amerîkî bi hêzên QSD’ê re li çoltera Tirbespiyê li sehên petrolê tûrên hevpar avêtin.
Hêzên eskerî yên DYA’yê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rojhilatê navçeya Tirbespiyê li nokteyên petrolê tûr avêtin.
Hêzên dewriye geriyan li stasyonên petrolê yên Şelhomiyê û Seîdê ku dikevin bakurrojavayê navçeyê jî tûr avêtin. Tirkiye di 10’ê cotmehê de bombebaran kiribû û derveyî xizmet dayînî hatibû hiştin.
Piştî dewriyê hêzên Amerîkî vegeriyan baregeha xwe ya li Rimêlan.