ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, di rapora xwe ya binpêkirinên 3 mehan a têkildarî girtîgehên Anatoliya Navîn de diyar kir ku li girtîgehan kêmasiya ava paqij heye, mafê tenduristiyê bi hincetên cuda tê astengkirin, tundî li girtiyan tê kirin û girtî bi lêgerînên keyfî re rû bi dimînin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, "Rapora xwe ya 3 Mehan a Binpêkirinan" ku mehên Tîrmeh-Îlonê dihewîne nav xwe ya têkildarî girtîgehên li herêma Anatoliya Navîn, bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di civîna ku li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê hat lidarxistin de Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen diyar kir ku rapora wan bi serlêdanên li ÎHD'ê, serdanên parêzeran, nameyên ku girtiyan şandiye û serlêdanên malbat û xizmên girtiyan, hatiye amadekirin.
Binpêkirinên di raporê de cih digirin wiha ne:
GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMASYAYÊ
* Tê pirsîn ku pereyê ji girtiyan re tê şandin ji aliyê kî/ê vê tê razandin. Heke kesê/a ku pere razandiye neyê nasîn pere nayê qebûlkirin. Halbûkî heval û hogir jî dikarin pere razînin, carna nezanîna kesên ku pere radizînin dibe pirsgirêk.
* Rojnameya Yenî Yaşam nayê dayîn. Tê gotin ku nehatiye Amasyayê. Lê Rojnameya Yenî Yaşamê ku ji Girtîgeha Amedê bi awayekî komî hatiye şandin jî radestî girtiyan neyatiye kirin.
GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLÛYÊ
* Tê gotin ku Rojnameya yenî Yaşamê qedexe ye û radestî girtiyan nayê kirin.
* Bernameya qadên hevpar bi mehan ji bo heman kesan derdixin. Li gel qelebalixiyê jî bi mehan heta salekê bi 4-5 kesan bi sînor dikin.
* Girtiyê bi navê Nûrûllah Semo nêzî 2 salan e tê tecrîdkirin, ji bo vê pêkanînê jî talîmateke taybet a Wezareta Dadê weke hincet nîşan didin. Her wiha Semo çend caran rastî heqerat û tundiya personelên girtîgehê hatiye.
* Tenê mehê carekê girtiyan derdixin revîrê, heta meha wan neqede girtiyan dernaxin revîrê. Li gel ku derfet hene jî di vê mijarê de serî li sînordarkirinê tê dayîn û di asta bes de xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Dema sewqkirina nexweşxaneyê de tedewiya bi kelemçe li girtiyan tê ferzkirin û bi mehan encamên mieyneyan ji girtiyan re nayê ragihandin.
* Radyoyên ku ji qantîna girtîgehê hatine kirîn hatine desteserkirin.
* Nameyên ku ji (derveyî welat û li welat) hatine şandin nadin girtiyan û mafê komînîkasyonê tê binpêkirin. Hin caran naveroka nameyan weke hincet tê nîşandan û tên desteserkirin.
* Daxwaza nekilkirina girtigehên din bi tu awayî nayê qebûlkirin û hemû serlêdanên ji bo vê yekê ji aliyê Wezaretê ve tên redkirin.
* Saetên bêhnvandê ku divê li gorî roniya rojê bê eyarkirin, bi pêkanîneke bi vî rengî; 'şevaqê 08.00 - êvarê 16.30' hatiye sînordarkirin.
* Bi dehan hikumxariyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn, li gel ku li odeyên cem hev dimînin jî bi hev re dernaxin werzîşê.
* Bihayên amûrên qantînê gelek zêde ne û ji ber ku alternatîfeke din tuneye girtî neçar dimînin ku amûrên qantînê bikirin.
* Bi salan egirtiyan dernaxin pirtûkxaneyê. Pirtûkên girtî dikarin li cem xwe bigirin bi 10 pirtûkan sînor kirine.
* Bêhneke ku girtî nizanin ji kur tê li girtîgehê heye û neçar dimînin ku paceyên xwe bigirin û bêhewa bimînin. Ev rewş bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike û dema ku girtî vê bîhnî dipirsin jî ji wan re tê gotin ku bêhn ji çewlika mirîşkan tê.
GIRTÎGEHA VEKIRÎ YA KAYSERIYÊ
* Girtî Serdar Gokdemîr ku di 23'ê Tebaxa 2019'an de ji Navenda Giştî ya ÎHD'ê re nameyeke şandiye û ragihandiye ku 2 sal in nexweşê penceşêra pişikê ye, penceşêra wî di asta 4'an de ye û li Beşa Onkolojî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Erciyesê tê tedawîkirin. Gokdemir^destnîşan kiriye ku li gel ku asta nexweşiya wî bi talûkeyê jî serlêdanên wî yên ji bo Saziya Tipa Edlî tên redkirin û nayê berdan.
GIRTÎGEHA JINAN A KAYSERIYÊ
* Girtî Hacer Sîsko ku di 12'ê Îlona 2019'an de bi navbeykariya Dozgeriya Girtîgehê nameyek şandiye û diyar kiriye ku di 9'ê Îlonê de ji bo randevûya xwe diransaz birine nexweşxaneyê û li şûna ku wê bikin cem girtiyên din, li pêşiya rîngê siwar kirine. Di berdewamê de jî Sîsko tîne ziman ku dema ku ji rîngê pêya kirine jî xwestine wê bi tenê bihêlin û dema ku li dijî vê yekê derketiye jî dev û pozê wê derb kirine û dema wê birine nezarete jî leşkeran bi pihînan lê dane û fermandar ev gef lê xwariye: "Dia bike ku li vir qamera heye. Heke qamera tunebûya min ê diranên te hilweşandina devê te." Sîsko destnîşan kiriye ku kesî mudaxaleyî wê nekiriye û nêzî saetekî dev û pozê wê di nav xwîn û girarê de maye.
GIRTÎGEHA TÎPA E YA KIRIKKALEYÊ
* Gelek caran bi hincetên hêsan faaliyetên girtiyan ên werzîş û sohbet tên betalkirin û wan dernaxin werzîj û sohbetê.
* Ji dema çalakiya greva birçîbûnê heta niha gardiyan bi ço û mertal derdikevin jimartinê û timik li revîrê jî bi ço li cem bijîjk disekinin.
* Rêveberiya girtîgehê ku divê ji 6 mehan carekê daxwaza guhertina kogûşan qebûl bike, bi tu awayî vê daxwaza girtiyan qebûl nake.
* Xwarinên li girtîgehê ne têrker û paqij in. Li gel vê yekê jî gelek tiştên ku girtî ji qantînê dixwazin jî nadin wan.
* Li gel daxuyaniya Wezareta Dadê ya "Amûrên paqijiyê yên girtiyan tên bersivandin" jî rêveberiya girtîgehê deterjan, sabûn, mecûn û firçeyên diranan an nade yan jî kêm dide.
* Ava ku ji şebekeyê tê dayîn ne paqij e û pergala danizilînê tuneye. Rewşa borî û depoyên avê nayê zanîn.
* Li odeyên 3 kes 4 kes dimînin. Ji ber ku 3 nivîn li odeyê hene kesê 4'emîn li erdê radizê.
* Di lêgerînên rûtin ên ode ji hev tên belavkirin û amûrên li odeyan tên şikandin. Ji bo amûrên ku tên şikandin li gel ku rêveberiya girtîgehê dibejek dê bên dabînkirin jî ev yek pêk nayê.
* Pirtûk û nameyên kurdî ya qet nayên dayîn an jî bi mehan tên rawestandin.
* Ji bo derkletina revîrê piştî ku bi gelek car daxwazname tên dayîn girtî diakrin derkevin revîrê.
* Sewqkirin bi wesayîtên rîngê yên dabeşkirî û teng pêk tên. Eev beş gelek biçûk û gemarî ne û dibin sedema nexweşiyan.
* Mafê heftane yên telefonê tên astengkirin. Dema ku cara destpêkê telefonê dernekeve destûr nayê dayîn ku cara duyemîn lêgerînê pêk bînî.
* Hejmara pirtûkan bi 10'an tê sînorkirin.
GIRTÎGEHA TÎPA T A TOKATÊ
* Girtî Hasan Ortaç di 2'ê Îlona 2019’an de ku nameya ji ÎHD'ê re nivîsandiye, diyar kiriye ku pêkanînên 12'ê Îlonê li wan tên ferzkirin û ji wan tê xwestin ku li piya û bi awayekî leşkerî hejmara xwe bidin û ji ber redkirina wan a vê rewşê rêveberiya girtîgehê derbarê wan de lêpirsîn dide destpêkirin û cezayê dîsiplînê li wan dibire.
Di meha îlonê de li gorî ragihandinên girtiyan ên ji parêzeran re li Girtîgeha Tokatê ev binpêkirin pêk hatine:
* Ji ber jimartina li piya ji 5'ê Tebaxê ve her hefte derbarê girtiyan de lêpirsîn tê destpêkirin û cezayê ragihandinê li wan hatiye birîn.
* Ji çalakiya greva birçîbûnê ve helwesta rêveberiya girtîgehê guheriye û dema ku kes li odeyê tuneye lêgerin pêk tîne. Bi pihînan dikevin odeyan û pirtûk û lênûskên nîşeyan tên desteserkirin.
* Tê gotin ku Rojnameya Yenî Yaşamê nayê Tokatê û ji ber vê yekê rojnameyê nadin girtiyan û rojnameyên din jî heftane bi awayekî komî didin.
Di raporê de îşaret bi Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, Danezana Mafê Nexweşan a Lîzbonê ya Yekitiya Bijîjkên Cîhanê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CTP) hatiye kirin û ev daxwaz hatine rêzkirin: "Divê ku destûr bê dayîn ku saziyên serbixwe bikevin girtîgehan û lêkolînan bikin. Ji bo ku saziyên pîşesazî û rêxistinên mafên mirovan jî tevlî venêrîna girtîgehan bibin divê sereraskirinên qanûnî bên kirin. Divê pergala înfazê ya girtîgehan û pergala hiqûqê bi hev re bê nirxandin û ji bo mafê mirovan û prensîbên hiqûqî yên gerdûnî çareseriyeke guncav bê hilberandin."