STENBOL – Xaziyê teqîna Pirsûsê Yasîn Can diyar kir ku gelê Rojava di salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşe û got: “Hûn mafdar bin hûnê li ber xwe bidin, hûn li ber xwe bidin hûnê bi ser bikevin.”
Ji ber berxwedana bêhempa ya Kobanê ku li dijî DAIŞ’ê hat dayîn, di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. 5 sal in ev roj tê pîrozkirin. Li Rojhilata Navîn û cîhanê vê rojê wek “roja berxwedan û sekreftinê” pîroz dikin.
Komek ciwanên sosyalîst di 20’ê Tîrmeha 2015’an de dixwestin ji navçeya Pirsûsa Rihayê derbasî Kobanê bibin û pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û piştgiriyê bidin avakirina Kobanê. Lê DAIŞ’ê êrîşa întîxarî pêk anî û 33 kes di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Yek ji van birîndarên rizgar bû jî Yasîn Can e. Can behsa wate û girîngiya 11’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê kir û got ji ber berxwedana dîrokî ya Kobanê kurd li tevahiya cîhanê hat nasîn.
'ME XWEST EM DEST BIDIN ŞOREŞÊ’
Can anî ziman ku ji bo ew serkeftinê bibînin û dest bidin şoreşê dixwestin biçin Kobanê û got: “Çeteyan bi hovîtî êrîşî kurdan kir. Dixwestin her deverê talan bikin. Lê li Kobanê têk çûn. Heke ew ne serkeftin be li dinyayê serkeftinek din nîne.”
DÊ PIRTÛKXANE JI ZAROKAN RE VEKIRINA
Can da zanîn ku mebesta wan ew bû li Kobanê ji zarokan re bibin alîkar û pirtûkxane ji wan re vekin û bi zimanê dayika wan çîrokan ji wan re bêjin û hevalên wan jiyana xwe ji dest dan çîrokên kurdî amade kiribûn lê hovan mirovên bêguneh qetil kirin.
'QALA KURDAN TÊ KIRIN’
Can diyar kir ku êrîşa li dijî Kobanê kir ku di nava gelê kurd de rê li ber yekîtiya kurdan veke û di roja îro de jî li her deverê dinyayê qala kurdan û Rojava û Kobanê tê kirin. Can da zanîn ku keleha dawî ya mirovahiyê Kobanê ye û berxwedana li dijî zilmê ku mirovahiyê diparast bi ser ket.
'BERXWEDAN SERKEFTIN E’
Can bal kişand ser girîngiya di saliyê kurdan de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û got: “Ez vê rojê pîroz dikim. Hez şehîden di vê rêyê de nemir bûne bîbîr tînim. Ez berxwedêrên niha li çeperan in jî silav dikim. Hûn mafdar bin hûnê li ber xwe bidin, hûn li ber xwe bidin hûnê bi ser bikevin.”
Can da zanîn ku gelê Rojava û Kobanê hêj ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşe û ji ber vê yekê pêwîste 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di rojên xweş de derbas bibe.