NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî diyar kir ku Tirkiye agirbestê binpê dike, piştî dagirkirina gundên Xirîstiyanan niha jî dixwazin bikeve bajarê Asûriyan Til Temir û bang li DYA’yê kir ku berpirsiyariya xwe bîne cih.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Tirkiye agirbestê binpê dike û êrîşên xwe dewam dike. Abdî di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Tirkiye bi DYA’yê re agirbest ragihand û li hev kiribûn. Lê Tirkiye lihevkirinê binpê dike. Di şerê xwe de dewam dike. Tirkiye bi rêxistinên xwe yên radîkal re gundên Xirîstiyanan dagir kir. Tirkiye niha jî dixwaze bajarê Asûriyan Til Temir ku bi tehdîta tunebûnê re rû bi rû ye dagir bike.
Pêwîste DYA berpirsiyariya xwe bicih bîne.”