MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Abdûlkadîr Denlî ku piştî salekê derket dadgehê, dema ku parastina xwe dikir rewşa nebaş bû. Li ser vê yekê Denlî rakirin nexweşxaneyê û ji nexweşxaneyê jî careke din birin girtîgehê.
Girtiyê nexweş Abdûlkadîr Denlî (70) di 1'ê Mijdara 2018'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê. Yekemîn daneşîna doza ku bi angaşta "endambûna rêxistinê" û "bi xwe re gerandina madeya teqemeniyê" li Denlî û 4 kesên din hatibû vekirin, li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Girtî Denlî ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û 2 caran ji dilê xwe hatiye amaeliyatkirin û 4 kesên din bi parêzerên xwe tevlî daneşînê bûn.
GIRTIYÊ NEXWEŞ REWŞA WÎ NEBAŞ BÛ
Piştî tespîtkirina nasnameyan, heyeta dadgehê destpêkê mafê parastina da Denlî. Denlî sûcdariyên li xwe red kir. Di berdewama parastina xwe de rewşa Denlî nebaş bû û ket xwarê. Destpêkê parêzer û kesên li eywana dadgehê mudaxaleyî Denlî kirin û paşê komên tenduristiyê yên ku hatin edliyeyê Denlî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku Denlî kişîna dil derbas kiriye û ji ber stres û betlandinê rewşa wî nebaş bûye.
Piştî mudaxaleya ku li Denlî hat kirin bi ambûlansê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat kirin. Parêzeran agahî dan ku ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê, temenê wî yê mezin û emeliyatên ku hatiye kirin mayîna wî ya li girtîgehê bi rîsq e.
Daneşîn taloqî dîrokeke pêş hat kirin.