STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Nevroz Uysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7'ê Tebaxê ve hemû serlêdanên ku hatine kirin, ne bi erênî ne jî neyênî nehatine bersivandin.
Parêzerên Ocalan, Bewroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pek anîbûn. Ji wê rojê û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzerê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.